Îraq carekî din dewleta Tirk şiyarkir: Hêzên xwe ji Başîka vekişînin
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Saet Hedîsî, anî ziman ku hikûmeta Iraqê nahêle ku ti hêzekî derve di axa Iraqê de operasyonekî leşkerî pêkbîne.
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Saet Hedîsî, anî ziman ku hikûmeta Iraqê nahêle ku ti hêzekî derve di axa Iraqê de operasyonekî leşkerî pêkbîne.
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Saet Hedîsî, îro di daxuyaniyekî de ragihand ku hikûmeta Iraqê bi ti awayî rê nade hêzekî li derve, di axa Iraqê de operasyonekî leşkerî pêkbîne. Ev welat çi Tirkiye çi jî dewletekî din dibe, bila bibe, em ê nehêlin ku operasyonekî leşkerî di xaka me de pêkbînin.
Hedîsî di dewamiya axaftina xwe de diyarkir ku helwesta hikûmeta Iraqê ya di derbarê mayîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başîkayê de zelel e û ti gûhertinek çênebûye.
Hedîsî got, Bexda li bendê ye ku Enqere soza xwe ya paştevekişandin a leşkerê xwe li parêzgeha Nînova pêk bîne.