Hûsiyan berpirsyariya êrîşeke din li xwe girtin

Hûsiyên li Yemenê diyar kirin ku li Kendava Adenê li keştiyeke Îngiliz xistine. Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku wan li Derya Sor 'mîsyoneke parastinê' dane destpêkirin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sarî bi daxuyaniyekê diyar kir ku serhildêrên Yemenî bi fuzeyên deryayê li keştiya Îngiliz a bi navê RÛBYMAR a li 'Kendava Adenê' xistine.

Keştî ji Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ber bi bakur ve diçû û wê bigihêştibûya bajarê Varna yê Bûlgaristanê.

Ajansa ewlekariya deryayê ya Qraliyeta Yekbûyî ÛKMTO ragihand ku li keştiyeke ku bi 35 mîl ên deryayê (65 km) dûrî bendergeha Mokha ya Yemenê teqînekê rû da ku bû sedema xisarê.

ÛKMTO'yê diyar kir ku personelên keştiyê hatine veguhastin û ewle ne.

Hûsiyan gotin, "Kirine ku personelên keştiyê bi rengekî ewle ji keştiyê derkevin."

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan ragihandin ku keştiya 'xisareke mezin' lê bûye li Kendava Adenê bi noqbûnê re rû bi rû ye.

Hûsiyên ku herêmeke berfireh a Yemenê kontrol dikin, îdîa dikin ku ev êrîş ji bo piştgiriya bi Fîlîstîniyan tê kirin.

Di vê navberê de Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrîşên serhildêrên Hûsî, Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina trafîka deryayê ya li Derya Sor bi rengekî fermî dest bi mîsyonê kiriye.