Hûlûsî Akar bi dizî çû serdana Pentagonê

Wezîrê Tirk ê Parastinê Hûlûsî Akar, li Washingtonê di serdana xwe de bi şefê Pentagonê Patrick Shanahan re hevdîtineke ‘bi dizî’ pêk anî. Ev hevdîtinê ji çapemeniyê re nehatibû ragihandin. 

Wezareta Parastinê ya DYE'yê di derbarê vê hevdîtinê de daxuyaniyeke kurt belav kir û diyar kir ku her du rêveberan weke ‘hevparên stratejîk’ hevdîtin kirine. 

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ku ji hêla Patrick Shanahan ve hatî qebûlkirin, piştî hevdîtinê daxuyaniyeke da û diyar kir ku hevdîtin ‘bi nêzikatiyeke erênî’ pêk hatiye. 

Akar, di derbarê Pergala Parastina Hewayî ya S-400 de ku ji Rûsyayê wê bistîne û sekinandina projeya balafirên F-35 ji bo Tirkiyeyê pirsên rojnemevanan bersivandin û got, “Em li bendê ne ku 8 welatên hevparê vê projeyê berpirsyariyên xwe yên li hemberî me pêk bînin. Me fersend dît ku vê mijarê careke din bînin ziman.”

Akar, di derbarê pergala Patriotan de jî diyar kir ku Emerîkayê teklîfeke nû pêşkêş kiriye lê di derbarê mijarê de agahî parve nekirin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya Pengatonê de hate gotin ku ji helwestan zêdetir nîqaş li ser berjewendiyan hate kirin. 

Di hevdîtina ku piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê pêk hatî de ka kîjan mijarên din hatine axaftin, encameke çawa jê derketiye, ji bilî daxuyaniyên fermî ti agahî nehate parvekirin.

3’ê Nîsanê, alîkarê serokê DYE'yê Mike Pence, di derbarê projeya fuzeyên S-400 de Enqere hişyar kiribû. Pentagonê di daxuyaniyeke ku serê mehê parve kirî de diyar kiribû ku peymana bi Tirkiyeyê re ya projeya balafirên şer ên F-35 dane sekinandin.