HRW : Piraniya kesên li Erebistana Sûûdî hatî darvekirin Şîa ne

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), eşkere kir ku ji 37 kesên roja Sêşemê li Erebistana Sûûdî hatî darvekirin herî kêm 33 kes Şîa ne.

Lêkolîner Adam Coogle ê di bin banê HRW’ê de dixebite, ji AFP’ê re axivî û diyar kir, “Ji 37 kesên hatî darvekirin 33 kes teqez Şîa ne.”

Li gorî daxuyaniya ji hêla Wezareta Karê Hundirîn a Erebistana Sûûdiyê dayî, 37 kes bi angaşta, “Koma terorîstî ava kirine” roja Sêşemê hatine darvekirin.

Rikberê herêmî yê Erebistana Sûûdî Îranê bertek nîşanî bêdengiya DYA’yê ya li hemberî van darvekirinên Erebistana Sûûdî da.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf, di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de got, “Hikumeta Trûmp, piştî ku ji parçekirina rojnamegerekî re çavê xwe girt, li hemberî serjêkirina 37 kesan, du roj piştî cejna Paskalyayê çarmîxkirina kesekî, tu tiştek negot.

Rêxistina Navneteweyî ya Efûkirinê, ev înfaz şermezar kirin. Li aliyê din rejîma Erebistana Sûûdî, piştî Îranê welatê herî zêde darvekirin lê pêk tên.

Li gorî Rêxistina Efûyê herî zêde darvekirinê li Çînê pêk tên. Lê belê rêveberiya Çînê, di derbarê darvekirinan de ti îstatîstîkan parve nake. Di rapora Rêxistina Efûyê ya 2018’an de welatên ku herî zêde darvekirin lê pêk hatî wiha rêz kiribûn: Li Îranê 253, li Erebistana Sûûdî 149, li Vietnamê 85 û li Iraqê 52 kes hatine darvekirin. Li gorî çavkaniyên mixalifan li Îranê sala 2018’an herî kêm 293 kes hatine darvekirin.