Wezîrên Karên Hundir ên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di 8'ê Hezîranê de li Luksembûrgê li hev kom bûn û li ser prosedurên penaberiyê yên navbera welatên endamên yekîtiyê li hev kirin. Peymana ku bêyî ewlehiyên têrker werbigire prosedurê bi lez dike, dema destgîrkirinê zêde dike û bi rengekî ne ewle vedigerîne, bûye cihê nerazîbûnê. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hişyarî da ku ev peyman dikare bibe sedema binpêkirina mafên mirovan.
Peyman ji bo her kesên bi rengekî nerêk û pêk koçber bûne, yan jî piştî ku ji deryayê hate rizgarkirin serlêdana penaberiyê dikin, 'prosedureke sînor' a bi lez ava dike.
Di dema vê prosedurê de ku heta şeş mehan dikare dewam bike, penaber wê li avahiyên mîna girtîgehan bêne hiştin. Welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin bi vî rengî prosedurên dersînorkirinê bi lez bikin.
Peyman cih dide gotina 'welatê sêyemîn ê ewle' ku her welat dikare mirovan bişîne û xwe dispêre pênaseya 'têkiliya' bi wî welatî re ku xumamî ye. Ev jî dikare bibe sedema wê yekê ku mirov ji wî welatê jê derbas bûye bê şandin, ku qet mafekî xwe lê nîne.
HRW'yê bi vî rengî nerazîbûn nîşanî peymanê da.