HRW: Dibe ku vîrûs bandoreke giran li zarokan bike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hişyarî da ku pandemiya Covîd-19 dibe ku di dema dirêj de bandoreke giran li zarokan bike. HRW'ê bang li hikumetan kir ku ji bo parastina mafên nifûsa herî ciwan tevdîrên lezgîn bigirin.

HRW'ê diyar kir, vîrûsa korona li nava zarokan zêde nebe sedema mirinan jî dibe ku bandora xwe ya li ser nifûsa herî ciwan 'hilweşîner' be.

ZÊDEYÎ 1.5 MILYAR ZAROK NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ

HRW'ê bi bîr xist, ji ber biryara mayina li malê zêdeyî 1.5 milyar zarok nikarin biçin dibistanê û hişyarî da ku windakirina kar û hatineyê dibe ku rîska xebitandina zarokan, ducanîbûna di temenê zarokatiyê de, zewicandina zarokan û tundiya li zarokan zêde bibe.

Berdevkê beşa mafên zarokan Joe Becker got, "Rîska Covîd-19 a li ser zarokan gelekî mezin e."

Becker got, "Di dema pandemiyê de ji bo parastina zarokan divê hikumet tavilê bikevin nava liv û tevgerê."