HPG: Rejîma AKP-MHP'ê êrîş zêde kiriye

HPG'ê ragihandin ku rejîma AKP-MHP'ê şer ji bo xwe weke hebûnê dibîne, lewma di şer de israr dike û êrîşên xwe jî zêde kiriye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Rejîma AKP-MHP'ê êrîşên li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêde kiriye. Tevî ku hêzên me di pozîsyona bêçalakiyê de ne, li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê êrîş û operasyon bênavber têne kirin. Di heman demê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê her roj ji bejahî û hewayî ve bombardûman tê kirin. Li dijî tunelên me yên şer bi bombeyên qedexekirî êrîş têne kirin. Eşkere ye ku rejîma AKP-MHP'ê şer ji bo xwe weke hebûnê dibîne, lewma di şer de israr dike û êrîşên xwe jî zêde kiriye."

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

"Li herêma Metînayê;

27'ê Adarê saet di 15:15'an de dagirkeran êrîş birin ser qadên berxwedanê yên il Metînayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

29'ê Adarê li qada Sîdayê 2 caran çeperên me yên berxwedanê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

27'ê Adarê qada Golka ya Metînayê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

29'ê Adarê li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

HESAB WÊ JI XAYINAN BÊ PIRSÎN

Hevrêyê me Harûn (Selîm Adiyaman) hevalekî me ye ku li hemberî zor û zehmetiyên mezin bi kedeke mezin têkoşiya, dema ku bi tena serê xwe ma neçar ma dakeve deştê. Mîna ku di çapemeniyê û medya dîjîtal de hate weşandin hevalê me Harûn bêçek bû û tengav bûbû, lê belê komek ji xiyanetkaran destpêkê heqaret lê kirin, piştre jî radestî dewleta Tirk kirin. Bi rengê herî tund wê hesab ji vê bênamerdiyê bê pirsîn. Divê gelê me yê welatparêz li hemberî namerdên bi vî rengî yên xayin helwestê nîşan bide û wan mehkûm bike."