HPG’ê gerîlayên ku di 24’ê Tîrmehê de li Faraşînê şehîd bûbûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’e gerîlayên ku 24’ê Tîrmehê li zozanên Faraşînê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’e gerîlayên ku 24’ê Tîrmehê li zozanên Faraşînê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di malpera xwe de wiha got:
23’tê Tîrmehê saet 17.30’an li Şirnexê Elkê, li derdora zozanên Faraşînê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkoptêrên kobrayê operasyon daye destpêkirin.
24’ê Tîrmehê, sibehê, li qada Melîxa ya Faraşînê di navbera yekîneyeke me ya gerîla û hêzên dagirker de şer derketiye.
Fermandarê komê heval Tavge û Asmîn heta bi guleyên xwe dawî li dijî leşkerên dijmin şer kirine, piştre ji bo ku bi saxî nekevin destê dijmin bombe bi xwe de teqandine û şehîd bûne.
Hevalên me Agîd, Kemal û Rojhat demeke dirêj bi hêzên dijmin re şer kirine û di encama bombekirina zêde ya dijmin de şehîd bûne. Hevalê me Koçer jî di şer de dîl ketiye destê dijmin, piştre ji hêla dagirkeran ve hatiye înfazkirin.
Di vî şerî de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne nehatiye tespîtkirin.
Em helwesta berxwedanê ya gerîlayên azadiya Kurdistanê, ku heta bi guleya xwe ya dawî, bi rêça fedaî ya Apoyî li dijî êrîşên hovane yên artêşa dagirker careke dî nîşan dane bi hurmet bi bîr tînin û em sond dixwin ku em ê tola wan hilînin.
Nasnameya hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ye;
Nasnav: Tavge Emek |
|
Nasnav: Agît Bitlis |
|
Nasnav: Asmîn Zagros |
|
Nasnav: Kemal Amed |
|
Nasnav: Koçer Devrîm |
Nasnav: Rojhat Siyabend |