HPG: Êrîşên li ser qadên gerîla meha Remezanê dewam kirin

HPG'ê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker tevahiya meha Remezanê êrîş bir ser hêzên gerîla ku ji 1'ê Adarê û vir ve di rewşa agirbestê de ne.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşan artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em Cejna Remezanê di serî de li malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya yekîtî, başî û piştevaniya civakî.

Artêşa Tirk a dagirker, ji 1'ê Adarê dema ragihandina agirbestê ji aliyê partiya me PKK'ê ve, di tevahiya meha Remezanê de bê navber êrîşî hêzên me yên gerîla kir. Hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan van êrîşan.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:

Êrîşên bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

27, 28 û 29'ê Adarê li Herêma Garê qadên Girê Zengilê, Girê Kun, Deriyê Hirçê, Heftebax, Kanî Sarkê, Deşta Kafya 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 4 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êrîşên bi çekên giran, top û obusan ên artêşa Tirk a dagirker;

28 û 29'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Sinînê, Kendekola, Lolanê 121 caran, li Herêma Garê qadên Girê Sîser, Girê Zengil, Dêreşê, Girê Kun, Sêdarê, Kanî Sarkê, Mijê, Girgaşê 42 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Şêlazê 44 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê 869 caran; bi giştî 1076 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;

27'ê Adarê saet di 07:05'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku êrîşî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin.

28'ê Adarê saet di 15:05'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku êrîşî tunelên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin.

29'ê Adarê saet di 10:40'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên me yên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran werdan ku êrîşî tunelên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin."