HPG: Êrîşên artêşa Tirk didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku tevî agirbesta gerîla jî êrîşên artêşa Tirk a dagirker didomin û gerîla bersiva êrîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên gerîla ev hûrgûlî parve kirin:

DI 3 ROJAN DE ZÊDEYÎ 1500 ÊRÎŞ

"Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer pêk anîn;

- 14’ê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

- 13, 14 û 15’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê û Lolan ên herêma Xakurkê 79 caran, qadên Girê Reşîd, Dêreşê, Mijê, Girgaşê, Girê Zengil, Heftebax, Zêvkê û Girê Kun ên herêma Garê 287 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar û Girê Amediyê yên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 639 caran û Qada Berxwedanê ya Şêlazê, Serê Metîna û Bêşîlî ya Metînayê 462 caran; bi giştî 1513 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.

DRONEYEK HATE XISTIN

Destwerdana hêzên me ya li dijî êrîşan;

- 14’ê Nîsanê di saet 11.50’an de li dijî tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi armanca êrîşê droneyek hate şandin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî drone xistin xwarê."