Hîndîstan kapasîteya xwe ya nukleerî bi du qatan zêde dike
Hîndîstan, ku 6. mezintirîn aboriya cîhanê ye, ji bo valahiya di enerjiyê de dagire, planek li ser zêdekirina kapasîteya hilberîna enerjiya nukleerî ya bi du qatan, qebûl kir.
Hîndîstan, ku 6. mezintirîn aboriya cîhanê ye, ji bo valahiya di enerjiyê de dagire, planek li ser zêdekirina kapasîteya hilberîna enerjiya nukleerî ya bi du qatan, qebûl kir.
Hikûmeta Hîndîstanê erê kir, ku 10 reaktorên nû yên nukleerê bê avakirin, ku di rewşa heyî de 22 reaktorên nukleerî hene. Li gorî planê, ev 10 reaktorên nû wê ji aliyê şîrketên Hîndî bi xwe ve werin çêkirin.
Bi vê planê re ku ji aliyê Serokwezîr Narendra Modî ve hate qebûlkirin, tê xwestin ku kapasîteya hilberîna enerjiya nukleerê bi 7 hezar MW ê din bê zêdekirin. Bi vî awayî wê kapasîteya hilberînê bibe du qat.
Di daxuyaniyên beriya niha bi çend salan de hikumeta Hîndîstanê ragihandibû ku hedefa wan ew e ku hejmara reaktorên nukleerî bikin 250.
Li Hîndîstanê, ku nifûsa xwe 1,3 mîlyar e, hê ji sedî 3 ê hilberîna elektrîkê ji nukleerê tê bidestxistin. Tê xwestin, ev rêje heta sala 2050 bibe ji sedî 25.