Hilbijartinên Fransayê: Mêlenchon di nava mehekê de 5 pûan zêde kir

Beriya hilbijartinên Serokkomariyê, ku wê di 23'ê Nîsanê de li Fransayê bên kirin, zêdebûna dengê namzetê çep Jean-Lûc Mêlenchon ê di anketan de balê dikşîne.

Piştî bernameya nîqaşê ya meha bihurî, ku 5 namzetên Serokkomariyê tevlî bûn, di 4'ê Nîsanê de jî bernameyek bi beşdariya 11 namzetan hatibû lidarxistin.

Li gorî anketan jî, namzetê çep Jean-Lûc Mêlenchon, ku di bernameyên nîqaşê yên televîzyonan de performanseke serketî nîşan dan, di hefteyên dawî de 5 pûan zêde kiriye.

Li gorî anketa dawî ya Îfop-Fîdûcîal, namzeta rastgir Marîne Le Pen û namzetê lîberal Emmanûel Macron wê ji tûra duyemîn re bimînin. Dengê Le Pen bi 0,5 pûanî kêm bû û daket ji sedî 25'an. Dengê Macron jî bi 1,5 pûanî kêm bû û daket ji sedî 24,5.

Dengê namzetê rastgir Françoîs Fîllon jî, ku ji ber îdîayên nelirêtiyê ket ber lêpirsînê, bi 0,5 pûanî zêde bû û gihîşt ji sedî 18'an.

Namzetê herî girîng, ku di anketê de balê dikişîne Jean-Lûc Mêlenchon e, ku komunîst û komên çep ên alîgirê guherîna radîkal destekê didin wî. Li gorî vê anketê, dengê Mêlenchon di nava hefteyekê de bi 2 pûanan zêde bû û gihîşt ji sedî 16'an.

Dengê namzetê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê Benoît Hamon jî her kêm dibe. Li gorî anketa Îfop-Fîdûcîal, rêjeya dengê Hamon daket ji sedî 9,5'an.

DI NAVA MEHEKÊ DE BI 5 PÛANAN ZÊDE KIR

Di anketeke din de, rêjeya dengê pêşengê tevgera bi navê 'Fransa ya serî natewîne' Jean-Lûc Mêlenchon, ji sedî 17 ye.

Li gorî anketa dawî ya şîrketa Elabe, dengê Marîne Le Pen û Emmanûel Macron kêm bûn û daket ji sedî 23,5. Rêjeya dengê namzetê rastgir Fîllon bi pûanekî zêde bû û gihîşt ji sedî 19'an. Rêjeya dengê Jean-Lûc Mêlenchon jî li gorî hefteyek beriya niha bi 2 pûanan zêde bû û gihîşti ji sedî 17'an.

Hat ragihandin, dengê Mêlenchon li gorî mehek beriya niha bi 5 pûanan zêde bû.

Tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariyê wê di 23'ê Nîsanê de bê kirin. Tûra duyemîn jî wê di 7'ê Gulanê de pêk were.