Hilbijartina Serokatiyê ya DYE'yê îro ye
Di hilbijartinên îro yên serokatiyê de yên li DYE'yê, Joe Biden weke favorî tê dîtin. Lê belê mîna sala 2016'an, kêm jî be şensê Donald Trump ê serketinê heye.
Di hilbijartinên îro yên serokatiyê de yên li DYE'yê, Joe Biden weke favorî tê dîtin. Lê belê mîna sala 2016'an, kêm jî be şensê Donald Trump ê serketinê heye.
Sala 2016'an ji 245 milyon hilbijêrî nêzî 137 milyon hilbijêrî dengê xwe dan. Tê payin ku tevlîbûna îsal zêdetir be. Sala 2016'an tenê 47 milyon hilbijêrî bi rêya nameyan an jî posta elektronîk dengê xwe dan. Lê di vê hilbijartinê de heta doh 95 milyon hilbijêrî bi vê rêbazê dengê xwe dan. Li gorî texmînan zêdeyî 150 milyon hilbijêr wê dengê xwe bidin.
Li gel serokê ku 4 salan DYE'yê bi rê ve bibe, di vê hilbijartinê de wê Meclîsa Nûneran a ji 435 endamî ji bo 2 salan û ji 100 endamên Senatoyê wê 35 endam bên hilbijartin.
ANKETÊN LI ASTA NETEWEYÎ HATIN KIRIN, BIDEN LI PÊŞ NÎŞAN DIDIN
Li gorî anketan, namzetê Partiya Demokrat Joe Biden li pêş e ku Biden di dema Barack Obama de alîkarê serok bû. Di anketên dawî de hate ragihandin ku Biden wê ji 4 heta 10 pûanî li pêş Trump be.
Di hilbijartinê de li 50 eyaletan li gorî nifûsê wê 538 delegeyên xwedî wesfa hilbijartinê bên hilbijartin. Lewma ji dengên ku di asta neteweyî de hatine wergirtin bêhtir, dengên ku li eyaletan hatine bidestxistin wê diyarker bin. Di hilbijartinên sala 2016'an de Trump ji sedî 46 û hevrika wî Hillary Clinton jî ji sedî 48 ê dengan standibû. Lê belê tevî 3 milyon dengên zêde yên Clinton jî, Trump li eyaletên Michigan û Pennsylvaniayê bi ser ket, 36 delegeyên xwe zêde kir û bi saya vê yekê bû Serokê DYE'yê.
'DIBE KU TRUMP BI SAYA HIN EYALETAN BI SER BIKEVE'
Di hilbijartinê de yê ku herî kêm 270 delege bi dest xist, wê bibe serok. Li gel anketên ku li ser asta neteweyî Joe Biden bi rêjeyeke bilind li pêş nîşan didin, şensê Trump kêm jî be heye. Li eyaletên ku heta niha di her hilbijartinê de namzetên Komargeran bi ser ketin, serketina Trump a li van eyaletan wê surprîz nebe. Lê belê Carolina Başûr, Louisiana, Kansas, Dakota ya Bakur û Başûr jî di nav de li eyaletên Komargeran ên kevneşop hejmara misoger a delegeyên Trump 125 delege ye.
Li gel van, eger li eyaletên Texas, Georgia, Ohio û Arizona ku weke yên Komarger tên naskirin, eger Trump bi ser bikeve hingî wê hejmara delegeyên xwe bigihîne 208 delegeyan. Di nava van de Texas gelekî girîng e ku 38 delegeyên xwe hene.
Li hin eyaletên nediyar ku weke 'Swing States' tên binavkirin û di her hilbijartinê de diyarker in, eger Trump bi ser bikeve hingî wê şensê wî zêdetir bibe. Di nava van eyaletan de Florida li pêş e ku 29 delegeyên xwe hene. Iowa yan jî Carolina Bakur jî hene. Di sedsala vê dawiyê de ti serokekî Komarger bêyî ku li Floridayê bi ser bikeve di hilbijartinê de bi ser neketiye. Li gorî anketan Trump li Iowa ya xwedî 6 delegeyan û li Carolina Bakur a xwedî 15 delegeyan dengên xwe bi qasî yên Biden e. Di anketeke dawî de ferqa dengê Biden û Trump ê li eyaleta Floridayê daket binê 2 pûanî. Eger Trump li her du eyaletan bi ser bikeve wê hejmara delegeyên wî bibe 258 delege.
Ji vir û pê ve jî wê hin eyalet rola diyarker bilîzin ku bi giranî dengê xwe dide Partiya Demokrat, lê di hilbijartinên 2016'an de Trump lê bi ser ket. Mînak; eger Pennsylvaniayê qezenç bike ev yek wê bi tena serê xwe têrê bike. Eger li eyaletên Michigan, Minnesota yan jî Wisconsinê bi ser bikeve wê şensê Trump zêdetir bibe. Lê belê li gorî anketên dawî li Pennsylvaniayê Biden bi 4.5 pûanî li pêş xuya dike.
ÎMAJA TRUMP XERABTIR E
Li gorî anketan hemûyan, şensê Trump kêm e ku li eyaletên navborî bibe yekemîn û zêdeyî 270 delegeyan bi dest bixe.
Trump bi taybetî di mijara şewba Covîd-19 de tedbîrên cidî wernegirt û mîna di hemû mijaran de di vê mijarê de jî ku zêdeyî 200 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan û derbeke giran li aboriyê xist, teoriyên komployê derxist pêş. Trump ku şewb biçûk dît, piştî ku ew bi xwe jî pê ket îmaja wî xerabtir bû. Biden di daxuyaniyên xwe de diyar dikir ku di vê mijarê de ew ê li gorî nêrîna zanyaran tevbigere. Trump gelek caran îdîa dike ku eger Biden bê hilbijartin wê qedexeya derketina derve zêde bibe û aborî têk biçe.
Di dueloya televîzyonê ya meha Îlonê de Trump hem gelekî hêrs dibû hem jî di nîqaşên bi Biden re dihate dîtin ku li ser mijaran zêde têgihiştî nîne.
Her wiha nêzîkatiya Trump a ku li dijî rêxistinên spî yên nijadperest û rastgiriya tund helwesteke tund nîşan neda, Serokê berê yê DYE'yê Barack Obama tevlî mîtîngan bû ku ev yek ji bo Biden bû avantaj.
ENCAM DIBE KU DERENG BIKEVIN; ENCAMÊN DESTPÊKÊ DIBE KU NERAST BIN
Dibe ku serketiyê hilbijartina serokatiyê ya DYE'yê di şeva hilbijartinê de eşkere nebe. Di dîroka DYE'yê de yekemcar beşeke mezin a dengdêran dengê xwe bi rengekî pêşwext dan. Lewma jimartin dibe ku dereng bimîne. Piraniya kesên ku dengê xwe dan bi rêya name yan jî postaya elektronîk dan. Tê zanîn ku piraniya van dengdêran dengê xwe didin namzetê Partiya Demokrat. Lewma dibe ku eşkerebûna encamên misoger ên hilbijartinê bi rojan dewam bike.