Hilbijartina Kraltiya Yekbûyî: Corbyn wê zorê li May bike

Li Kraltiya Yekbûyî ku di van hefteyên dawî de êrîşên terorê lê hatin kirin, sibe hilbijêr wê biçin ser sindoqê û hikumeta ku wê muzakereyên derketina ji Yekîtiya Ewropayê bike, hilbijêrin.

Li Kraltiya Yekbûyî ku ji Îngilîstan, Skoçya, Galler û Îrlandaya Bakur pêk tê, sibe bi hilbijartina giştî wê Kamaraya Avaman a ji 650 endamî pêk tê, were hilbijartin. Di hilbijartinê de 46,5 milyon hilbijêr wê dengê xwe bidin, ji Nîsanê ve ku biryara hilbijartina zûwext hate standin û heta niha di ankêtan de guherîneke zêde heye.

REXNEYÊN LI POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ

Piştî êrîşa Manchester êli Londrayê jî êrîşeke bi kêrkirinê pêk hatibû ku di encamê de 7 kes hatibûn kuştin û ji bo ve jî kampanyayên hilbijartinê ji bo  demeke kurt hatibûn birîn û Duşemê dîsa berdewam kiribin. Hilbijartin di bin bandora psîkolojiya êrîşan de pêk tê. Bi giştî tê gotin polîtîkaya ewlehiyê ya Partiya Mihefezakar a Serokwezîr There May ne serketî ye..

Ji 2009’an ve di hejmera polîsan 20 hezar polîs hatin kêmkirin û para Partiya Mihefezakar di vê de pir e. Her wiha 2010-2016’an Mayê Wezîrtiya Karê Navxweyî jî kiribû.

Nayê zanîn bê ka 3 êrîşên di van 3 mehên dawî de bandoreke çawa li hilbijartinê bikin lê diyar e ku derbarê muzakereyên Brexîtê de û piştî Brexîtê de wê gelek gotinan bidin.

MAY BI SER JÎ BIKEVE WÊ QÎMA XWE BI YA KÊM JÎ BÎNE

Hedefa herî sereke a Mihefezakaran a di vê hilbijartinê de ew e ku hijmara kursiyên xwe di navbera 50-80’yî de zêde bikin û bi vî awayî jî bi rengekî xurt dest bi muzakereyên Brexîtê yên li gel YE’yê bikin.

Li gorî zanyarê siyasî yê London School of Economîcs Iaîn Begg her çendî teqez be ku wê May bi ser bikeve jî bi îhtîmaleke mezin ‘ji ya ku hêvî dikir, divê qîma xwe bi kêmtir kursî bîne’

SÎNORDARKIRINÊ MAFÊN SOSYAL BÊHNA HILBIJÊRAN TENG KIR

Di destpêka meha Nîsanê de di ankêta de dihate gotin Partiya Karker bi rêjeya 50 ji 100’î wê derkeve, tê dîtin ku bandora kampanyayên xurt ên lîderê Partiya Karker Jeremy Corby xwe nîşan dide. Her çendî di ankêtên dawî de ankêt nîşan bidin ku wê Partiya Mihefezekar bibe partiyam yekemîn jî, ferqa di navbera û wan û Partiya Karker de hema bibêje nemabû.

Herî dawî beriya êrîşa 2’yê Hezîranê ya li London Brîdgeyê ji hêla YouGov ve ankêt hatibû çêkirin rêjeya deng a Partiya Mihefezkar 42 ji 100’î bûye û bi vê rêjeyê ji 650 kursî dikare 313 kursî bi dest bixe. Li gorî vê ankêtê ku Îrlanda ya Bakur ne di nav de ye May piraniya desthilatdariya xwe ji dest dide.

Tişta ku herî pir May tengezar kirî jî performansa zêde ya lîderê Partiya Karker Jeremy Corbyn e, ku ev nedihate hêvîkirin. Corby hem mijarên tendiristiyê, mafê sosyal û newekheviyên civakî di kampanyayê de bi kar anîn û hme jî bi hilbijêran re xebat bi rê ve bir. Li gel vê ji ber ku May bi hilbijêr re têkilî biriye û ji bo ku daxwaza dueloyê ya di TV’yê de ya  Corby red kiriye ev weke sedemên kêmbûna puanan têne nirxandin.