Hikumeta Merkel amadekariyan dike ji bo Sûriyeyiyan vegerîne!

Tevî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi temamî neqediya ye, Elmanya amadekariyan dike ku penaberên Sûriyeyî vegerîn welatê wan. Li gorî plana Wezîrê Karên Hundir Seehofer, wê destpêkê Sûriyeyiyên 'sûcdar û metirsîdar' bên şandin.

Nîqaşa li ser vegerandina penaberên Sûriyeyî ku demeke di rojeva Elmanyayê de ye, diqede. Tevî ku li Sûriyeyê aramî pêk nehatiye, hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel bi biryar e ku penaberên Sûriyeyê vegerînin Sûriyeyê.

Plana ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê rastgir û mûxafazakar Horst Seehofer ve hate amadekirin. Li gorî vê yekê, wê destpêkê Sûriyeyiyên sûc kirine û yên li ser ewlekariya welêt 'metirsîdar in' bên vegerandin.

Seehofer ji çapemeniya Elman re axivî û diyar kir ku hindik maye ew li ser asta federal biryarekê bidin û li ser detayên mijarê dixebitin. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Saksenê Roland Woller got, "Dema ku pirsgirêka ewlekariyê çareser bû, yên sûcdar û metirsîdar wê ji bo Sûriyeyê werin dersînorkirin."

Wezîr Woller ê ji partiya CDU bal kişand ser rapora li ser reşwa Sûriyeyê ku Wezareta Karên Derve wê heta dawiya meha Mijdarê amade bike û got, "Di konferansa wezîrên karên hundir de em ê li ser rewşa aktûel a Sûriyeyê biaxivin û li gorî nirxandina rewşê wê biryarek were dayin."

BIRYAR WÊ DI KONFERANSA WEZÎRÊN KARÊN HUNDIR DE BÊ DAYIN

Konferansa Wezîrên Karên Hundir ê 28-30'ê Mijdarê pêk were û wezîrên karên hundir ên 16 eyaletan wê tevlî bibin. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bayernê Joachîm Herrmann beriya konferansê axivî û got, "Eger em rewşa li Sûriyeyê binirxînin, Sûriyeyiyên ku sûcê şîdetê, birîndarkirin an jî destavêtin kiribin, divê tavilê werin şandin."

Sekretera Giştî ya CDU'yê Annegret Kramp-Karrenbaûer jî çend roj berê daxwazeke bi heman rengî kiribû. Karrenbaûer ku dixwaze li şûna Merkel bibe Seroka Giştî ya CDU got, "Bi dîtina min, hin herêmên Sûriyeyê wê dema bê ewle û aram bibin ku em dikarin penaberên li welatê me sûc kirine bişînin."

Hikumeta Federal a Elman, piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî derket, ji sala 2012'an û vir ve biryar daye ku penaberên ji Sûriyeyê venegerînin. Di nava hikumetê de tê gotin, ji bo hikumet vê biryara xwe biguherîne, niha delîlekî berbiçav nîne.

Li gorî daneyên Hezîrana 2018'an, ji destpêkirina şerê li Sûriyeyê û vir ve 800 hezar penaberên Sûriyeyî xwe li Elmanyayê girtine. Tê texmînkirin li gelemperiya cîhanê jî bi giştî 5,4 milyon penaberên Sûriyeyî hene.