Hikumeta Japon mikur hat ku Fûkûşîmayê rê li ber kanserê vekiriye

Hikumeta Japonyayê li xwe mikur hat ku sala 2011'an radyasyon ji Santrala Nukleerî ya Fûkûşîma belav bûye û fikar hene ku gelek kes bi kanserê ketibin.

11'ê Adara 2011'an piştî erdheja Tohokû û rabûna tsûnameyê li santrala nukleerî ya li Fûkûşîmayê qeza rû dabûn û vê yekê rê li ber mirina gelek kesî vekiribû. Li ser mirina mirovan a ji ber vê yekê agahiyên nû derketin holê.

Li gorî nûçeyên di medya Japonyayê de hatin weşandin, ji mirovên ku piştî qezayên li santrala nukleerî tevlî karê bûn, herî kêm karkerek bi kanserê ket û jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku xebatkara jin a 50 salî, di navbera Adar û Kanûna 2011'an de li santrala nukleerê wezîfedar bû û hingî kete bin bandora radyasyonê.

Di nûçeya Ajansa Jîjî News de hate ragihandin, hikumeta Japonyayê neçar maye ku tazmînatê bide herî kêm 4 xebatkaran, ji ber ku bi kanserê ketine.

Li gorî nûçeya rojnameya Maînîchî jî, hikumetê yekemcar li xwe mikur hatiye ku ji ber felaketa nukleerî ya li Fûkûşîmayê, radyasyona li nava santralê belav bûye.

Hate gotin, jina ku ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da, piştî qezaya nukleerî ya li Fûkûşîmayê ji bo pîvandina radyasyona li santralê wezîfedar bû.

11'ê Adara 2011'an bi şîdeta 9.1 pileyî erd hejiya bû û vê yekê rê li ber felaketa tsûnamiyê vekiribû. Ji ber vê felaketê 18 hezar û 500 kes miribûn. Ji ber tsûnamiyê, li Santrala Nukleerê ya Fûkûşîmayê piştî felaketa Çernobîlê ya sala 1986'an qezaya herî mezin rû dabû. Ji ber qezayên li santrala nukleerî bi sed hezaran kes ji herêmê hatin derxistin û piraniya wan jî venegeriyan.

Tevî ku 7 sal di ser re derbas bûne jî, li ser belavbûna radyasyonê li derdora Fûkûşîmayê tirs û fikar hene.