Hikûmeta Fransiz ketiye tirsa 'qutik keskan'

Li Fransayê piştî ku bihayê sotemeniyê gelekî zêde bû tê payin ku Şemiyê li tevahiya welêt li hezar cihî çalakî were kirin. Ji ber ku heta niha agahiya 100 çalakî ji rayedaran re hatiye ragihandin, hikûmet ketiye tirsê.

Bi hinceta 'veguherandina enerjiyê' van demên dawî baca bihayê sotemeniyê hate zêdekirin û di serî de deverên bejahiyê, bi milyonan Fransiz li dijî vê bi helwest in.

Bi taybetî li deverên bejahiyê germbûna bi milyonan malan lêçûneke zêde bi xwe re tîne, bi milyonan kes jî ji bo ku biçin ser karê xwe her roj bi dehan kîlometroyan diçin û ev jî ji bêrîkê diçe.

Bi heftiyan e ku bi navê ''qutik kesk''an li ser medya sosyal çalakvanan rêxistiniya xwe dikin, sibe xwe hazir dikin ku rêyan bloke bikin. Lê li gel ku 72 saet mane ku çalakî werin kirin jî, çalakiyên ku bi fermî hatine ragihanin ji ber ku kêm in, ev Wezareta Karê Navxe dixe navfikiran.

NAYÊ ZANÎN BÊ KA LI KÛDERÊ WÊ ÇALAKÎ BI ÇI ASTÊ ÇÊBIBIN

Li gorî xebata ku polîsan kirî bi kêmanî li hezar û 500 deverî wê çalakiyên blokajê werin kirin. Lê heta niha tenê sed cihên çalakiyê ji walîtiyan re hatine ragihandin.

Wezaret, ji ber sedema serlêdana ji bo destûra çalakiyan kêm e, nema dizane bê ka li kû derê çi tevdîran bistîne. Lê parvekirinên medyaya sosyal nîşan dide ku rêyên girîng û rêyên oto yên welêt wê werin blokekirin.

Yek ji aliyê dî yê balkêş ê çalakiyên Şemiyê ew e ku ti sendîka yan jî rêxistin destek nade. 'Fikar'a herî mezin a Wezîrê Karê Navxwe Chrîstophe Castaner ev e.