Hikûmeta Fransayê tevgereke derdorparêzê fesh kir

Hikûmeta Fransayê ya ku bi şîddet diçû ser çalakiyên protestoyê carê jî tevgera derdorparêz a bi navê Les Soulèvements de la Terre (SLT) fesh kir.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin ragihand ku di civîna Lijneya Wezîran de ‘Kolektîfa Serhildanên Dinyayê’ hatiye feshkirin.

Wezîr Darmanin îddîa kir ku SLT ‘Di bin navê parastina derdorê de şîddet jî tê de sabotaj û xisara maddî teşwîq dike.’

SLT wekî kolektîfeke fîîlî Çileya 2021’an de hate avakirin û li dijî desteserkirina eraziyan bû. Kolektîf li dijî ‘hawzayên mega’, otoban û projey xeta trêna bi lez a Lyon-Torînoyê têdikoşiya.

Kolektîf li dijî binesaziyên endustriyel ên ku derdorê qirêj dikin, bêîtaetiya sivîl û sabotajê dike.

Sêşema borî di çarçoveya lêpirsînekê de 14 kes hatibûn destgîrkirin. Serokê mûxalefeta çepgir Jean-Lûc Melenchon nerazîbûn nîşan dabû ku ev çalakvan wekî ‘terorîst’ tên dîtin.