Hikumeta Efgan ji bo danûstandinan 200 Talîbanên din jî berda

Hikumeta Efgan ji bo bi Talîbanê re dest bi danûstandinan bike, 200 endamên din ên Talîbanê berda. Rêveberiya Kabîlê ji bo danûstandinan heyetek şand Dohayê.

Ji berdevkên Tevgera Talîbanê Suheyl Şahîn ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku berdana Talîbanan ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Efganan 'pêşketineke erênî ye'.

Li gorî berpirsyarekî din ê Talîbanê di nava du rojên dawî de 200 endamên Talîbanê hatin berdan.

Di çarçoveya peymana dîrokî ya navbera DYE û Talîbanê e ku li bajarê Doha yê Qatarê meha Sibatê hate îmzekirin, danûstandinên navbera hikumetê û Talîbanê diviyabû 10'ê Adarê dest pê kiribûna. Lê belê ji ber pevguhertina girtiyan hevdîtin timî hatin taloqkirin.

Yek ji xalên peymana Dohayê ew e ku hikumet 5 hezar endamên Talîbanê yên girtî û Talîban jî derdora hezar endamên ewlekariyê yên Efgan ên girtiye berdin.

Talîbanê di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de ragihandibû ku wan êsîr bi qasî ku ji wan hatiye xwestin berdane.

Ji bo berdana endamên Talîbanê yên ku lîsteya wan hatibû dayin derdora 300 ji wan mabûn ku ew jî yên herî xetere dihatin dîtin.

Hikumetê jî li ser vê yekê xwestibû ku hin leşkerên din bên berdan. Li gorî çavkaniyên Talîbanê, 4 endamên yekîneya komando yên ku hikumeta Kabîlê daxwaza berdana wan kir roja Sêşemê hatin berdan û 2 leşker jî wê Çarşemê bên berdan.

Rayedarekî hikumeta Efgan piştrast kir ku bi dehan endamên Talîbanê hatin berdan û yên mayî jî wê di nava çend rojan de bên berdan.

Di vê navberê de hate ragihandin ku hikumeta Efgan ji bo amadekariya danûstandinan heyeteke teknîkî şandiye Dohayê.