Hikumeta Îspanyayê dixwaze herêmên xweser xurtir bike

Hikumeta nû ya Îspanyayê diyar kir ku ji bo krîza li Katalonyayê jî di nav de karibin krîzan derbas bikin, divê destûra bingehîn were guherandin.

Wezîrê Polîtîkaya Herêmî Meîtxell Batet diyar kir ku divê Destûra Bingehîn a ji sala 1978’an maye revîze bibe.

Batet got ku, “Ji bo derbaskirina krîzan a ku Katalonyayê jî di nav de ye, pêdiviya me bi vî tiştî heye.” Batet diyar kir ku di bingeha vê krîzê de krîza dewletê heye.

Piştî ku hikumeta Pedro Sanchez nêzî serxwebûnxwazên Katalan bû, Batet ev daxuyanî da. Tê payîn ku Sanchez di demek nêz de bi serokê herêma Katalonyayê Qûîm Torra re jî bicive. Serokwezîrê sosyalîst Sanchez vesayeta sîstematîk a li ser Katalonyayê jî rakir a ku hikumeta berê ya mûhafazakar li ser Katalonyayê ava kiribû.

Sosyalîstên Îspanyol dixwazin li welat xweseriya ku li herêman heye bi reformên destûra bingehîn xurttir bikin.

Hikumet dixwaze senatoyê bike ‘meclîsa temsîlî ya herêmê’ û pergala fînansmaniyê ya civakên xweser zelaltir bike. Hikumeta sosyalîst ligel van reforman mafê serxwebûna ku Katalan dixwazin jî, red dikin.
Li Îspanyayê piştî ku hikumeta Marîano Rajoy ket, Pedro Sanchez ê sosyalîst di 7’ê Hezîranê de hikumeteke nû ava kir. Di hikumetê de 11 jin û 6 mêr hene. Heta hilbijartinên sala 2020 serdemeke dijwar li benda vê hikumetê ye.