Hikumet û ELN ji nû ve dest bi hevdîtinan dikin

Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ragihand ku hevdîtinên bi Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re wê li paytexta Kuba Havanayê bidomin.

Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos got, hevdîtinên aştiyê yên navbera hikumetê û ELN'ê wê hefteya bê li Kubayê ji nû ve dest pê bikin. Hate eşkere kirin ku hevdîtin wê li paytexta Kuba Havanayê pêk werin.

Hevdîtinên aştiyê yên navbera hikumeta Kolombiyayê û ELN'ê yên li Ekvadorê bi fermana serokdewletê Ekvadorê Lenin Moreno hatibû rawestandin û vî welatî xwe ji garantoriya hevdîtinên aştiyê vekişandibû.

BI FARC'Ê RE CIVÎN HATE KIRIN

Wekî din Serokdewletiyê daxuyaniyeke nivîskî li ser civîna bi FARC'ê re weşand ku Serokwezîrê berê yê Spanyayê Felpie Gonzales û Serokdewletê berê yê Ûrûgûayê Jose Mûjîca jî tevlî bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de li ser peymana aştiyê pêşketin heye û ev pêvajo wê bidome.