Hêzên Lîbyayê wê li Tûnûsê bicivin
Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku wê alîgirên ku li Lîbyayê şer dikin ji bo diyalogê wê ji nû ve di destpêka meha Mijdarê de, li Tûnûsê bicivin.
Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku wê alîgirên ku li Lîbyayê şer dikin ji bo diyalogê wê ji nû ve di destpêka meha Mijdarê de, li Tûnûsê bicivin.
Balyozê Lîbyayê demkî yê NY’ê Stephanîe Wîllams bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Wê di destpêka meha Mijdarê de ji bo mûzakereya di navbera Lîbyayiyan de bê destpêkirin.”
Daxuyaniya Willîams ji aliyê mîsyona piştevaniya Lîbya ya NY’ê “MANÛL” ve hate kirin. MANÛL anî ziman ku civîna ku “rû bi rû” bê kirin, wê piştî “gelek şêwirên texmînî” bê pêkanîn.
Di Îlona 2020’an de alîgir bi hewildanên NY’ê ji nûve ji bo mûzakereyê civîyan. Lingê civînê yê sazûmaniyê li Fasê, lingê leşkerî li Misrê û aliyê siyasî jî li Swîsreyê hate pêkanîn.