Hêzên leşkerî yên Elmanya û Norweçê wê hevpar fuzeyan pêş bixin

Elmanya û Norweçê di çarçoveya ‘Polîtîkaya parastinê’ de biryara hevpar a pêşxistina fûzeyan ragihand.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Elmanyayê ve hate dayîn, hêzên deryayayê yên her du welatan ji bo bikaranîna fuzeyan, ragihandin ku wê dest bi hilberandina fuzeyan bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ‘Hevkariya polîtîkayên parastinê’ yên welatên Elmanya û Norweçê wê hê pêşketîtir bikin, hêzên deryayî yên her du welatan jî diyar kirin ku ‘Pêwîstiyên wan ên çekan bi sîstematîk hemanin’.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi boneya bernameya hevpar pêwîstî bi pêşxistina du projeyan nake.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hate diyarkirin ku ji bo pêşxistina fuzeyan a hevpar wê ji budceya parastina her du welatan bê dabînkirin.

Ji beriya niha di navbera her du welatan de li ser pêşxistina hevpar a keştiyên binavî yên deryayê li hev kiribûn. Bi vê projeya pêşxistina fuzeyan a hevpar ve wê li ser keştiyên bi tîpa MKS 180 bi awayekî pir hesan bê bicihkirin.