Hêzên DYE û Efgan ji Talîbanê bêhtir sivîl kuştin

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser Efganistanê, di çaryeka destpêkê ya sala 2019'an de hêzên DYE û Efgan ji Talîbanê bêhtir sivîl kuştin.

Rapor ji aliyê mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê MANUA ve hate weşandin. Li gorî raporê, hêzên DYE û Efgan di çaryeka destpêkê ya salê de 305 sivîl kuştin. Hejmara sivîlên ku di heman demê de ji aliyê Talîbanê û komên din ve hatin kuştin 227 kes e.

Di raporê de hate ragihandin, piraniya sivîlan ji ber êrîşên hewayî ya jî di dema operasyonên keşfê yên hêzên Efgan ên li bejahiyê de hatine kuştin. Di raporê de hate gotin, hin hêz hîn jî nayên cezakirin û ew hêz bi vê yekê tevdigerin.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî MANUA ji sala 2009'an ve ye hejmara sivîlên li Efganistanê tên kuştin qeyd dike.

Stastîstîkên dawî jî bîlançoya demeke welê eşkere dike ku di navbera DYE û Talîbanê de danûstandin didome. Talîban di rewşa heyî de beşeke girîng a Efganistanê kontrol dike.

Li gorî MANUA'yê sala 2018'an ji aliyê sivîlan ve sala herî giran bû ku 3.804 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.