Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Hêzên Azerbaycanê 2 leşkerên Ermenistanê kuştin

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir ku hêzên Azerbaycanê gule li hêzên wan reşandine û 2 leşkerên Ermenistanê mirine û leşkerek jî birîndar bûye.

Wezareta Parastinê got li nêzî bajarê Sotkê artêşa Azerbaycanê gule li qereqolên Ermenistanê reşandine, ji ber vê 2 leşkerên Ermenistanê mirine û yek jî birîndar bûye.

Ev herêm li başûrê rojhilatê Ermenistanê ye û li vê herêmê gelek caran di navbera Ermenistan û Azerbaycanê şer çêdibe.

Herî dawîn jî li Qerebaxê di 28’ê Hezîranê de çar leşkerên Ermenistanê hatibûn kuştin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di nîveka meha Tîrmehê de ji AFP’e re axivîbû û diyar kiribû dibe ku di navbera wan û Azerbaycanê de şerek çêbibe.