Hewldanên ji bo peydakirina dermanê Covîd-19

Ji bo dermankirina nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 hîn navê dermanekî nehatiye ragihandin, lê belê hewl tê dayin ku bi ceribandinên cuda tedawî yan jî çareserek ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê bê peydakirin.

Fransa ji aliyê hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê ketine di rêza pêncemîn, ji aliyê qurbaniyan ve jî di rêza çaremîn de ye. Li Fransayê cûreyên cuda yên tedawiyê tê ceribandin. Ji pisporên mijara enfeksiyonan Prod. Dîdîer Raoûlt ji bo bikaranîna dermanê Hydroxychloroqûîne zextê dike, ku bi hefteyan e ji bo tedawiya tayê tê bikaranîn.

Lê belê ceribandina vî dermanî hîn jî dewam dike. Li nexweşxaneya li Marsîlyayê ku Prof. Raoûlt serkêşiyê jê re dike, ji ber kêmaniya hejmara kesên ceribandina li ser wan tê kirin, dudilî didome. Rayedar dibêjin, piştî ku derman li ser gelek nexweşan hate ceribandin û encamên wê derketin holê, hingî dikarin berê xwe bidin vî dermanî, lê belê di halê hazir de ev derman tenê ji bo nexweşên giran ên Covîd-19 bi pêşniyara heyeta doktoran dikare bê bikaranîn.

KURMIKÊ DERYAYÊ JI BO BÊNSTANDINÊ DIBE ALÎKAR

Li Fransayê rêbazeke din a tedawiyê ku derdikeve pêş, kurmikê deryayê ye ku navê 'arénicole' lê tê kirin. Tê gotin, rojên bê wê hemoglobîna vî cûreyê kurmikan ji bo nexweşên giran ên bi vîrûsa Covîd-19 dikare bê bikaranîn.

Li gorî pisporê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî (CNRS) Franck Zal, hemoglobînên vî cûreyê kurmikê deryayê 'arénicole' ku beriya niha ji bo neqla organan dihate ceribandin, ji bo veguhastina oksîjenê li gurçika mirovan bi 40 qatî tesîra xwe heye.

Hemoglobinên vî cûreyê kurmikan, beriya ku organ bê neqilkirin, ji bo dema jiyanê dirêj bike û ji nû ve fonksiyonê bide organan bi bandor e.

BANDORA DERMANÊ JANA ZIRAV A LI DIJÎ COVÎD-19 TÊ CERIBANDIN

Li gel tedawiya Covîd-19 yek ji pirsgirêkên herî girîng afirandina derzî-dermanekî ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê ye. Li gorî lêkolînên ku heta niha hatine kirin, derziyek ji bo vê herî kêm di nava salek û sal û nîvekê de dikare bê afirandin.

Ji rêveberên Enstîtuya Pasteûr a li bajarê Lîlle yê Fransayê Camîlle Locht diyar kir, derziya BCG a ku ji bo pêşîgirtina li nexweşiya jana zirav tê bikaranîn, bandora wê ya ji bo parastina ji Covîd-19 tê lêkolîn. Locht bal kişand ser tespîtên têkildarî bandora BCG li dijî kansera li mîzdankê û parastina ji nexweşiyên cuda mîna diyabet û astimê.

LI HOLLANDAYÊ LI SER HEZAR XEBATKARÎ TÊ CERIBANDIN

Ji bo pîvandina bandora derziya BCG li bajarên Nîjmegen û Ûtrechtê yên Hollandayê li ser hezar xebatkarên li navendên tenduristiyê yên du zanînan du hefte ne tê ceribandin. Di vê çarçoveyê de derziya BCG li 500 xebatkarên tenduristiyê hate xistin. Her wiha wê dermanê plaseboyê bidin 500 xebatkarên din ên tenduristiyê. Di encama ceribandinê de eger di nava xebatkarên tenduristiyê yên ku derziya BCG li wan hatiye xistin nexweşên Covîd-19 kêmtir be, hingî wê bandora xweparastinê ya derziyê hatibe ispatkirin.