Hevdîtinên li Cenevreyê roja 23'ê Sibatê dest pê dikin

Hevdîtinên li Cenevreyê, ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ji bo peydakirina rêyeke çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê tên lidarxistin, wê roja 23'ê Sibatê ji nû ve dest pê bikin.

Berdervka Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra belavokek weşand û diyar kir, hevdîtinên li Cenevreyê ku dihat payîn di 20'ê Sibatê de dest pê bikira, wê roja 23'ê Sibatê dest pê bikin.

Di belavokê de hat ragihandin, ji bo heyetên tevlî hevdîtinên li Cenevreyê bibin, ji îro ve name tên şandin û hat gotin, heyetên beşdarî danûstandinan bibin, wê heta 20'ê Sibatê bên Cenevreyê û li ser hin mijaran bi Mîstûra bişêwirin.

Berdevk da xuyakirin, ku hevdîtin wê li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê pêk werin, lê li ser kes û hêzên bên vexwendin ti agahî neda.