Hevalên Onder: Em ê têkoşîna wî dewam bikin

Heval û hevrêyên parlamenter ên Sirri Sureyya Onder anîn ziman ku wê heta dawiyê têkoşîna wî dewam bikin.

PIŞTÎ SIRRI SUREYYA

Cenazeyê Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder 4'ê Gulanê li Stenbolê bi merasîm û meşeke mezin hate veşartin. Bi hezaran kesî gotin, 'Em soz didin Sirri, aştî wê pêk were'. Hevserokên DEM Partiyê, parlamenter û malbata Onder ji doh ve li Stenbolê li Navenda Kongreyê ya Cemal Reşît Rey serdanên sersaxiyê qebûl dikin. Heval û hevrêyên Sirri Sureyya Onder ji ANF'ê re axivîn.

DEMA KU ÇÛ JÎ KAREKÎ GELEKÎ MEZIN KIR

Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş got, nîşan da ku aştî daxwazeke çiqasî mezin e û diyar kir ku dema çû jî karekî gelekî mezin pêk anî. Meral Daniş Beştaş got, "Her kes xemgîn bûye ku weke yek ji malbata xw ewinda kiriye. Xwe gihandibû gelek mirovan. Bi taybetî mehên dawî bi çûn û hatina Îmraliyê, di mijara aştiyê de gelekî hewl da. Ev wefat gelekî giran e. Kombûna li dora wî nîşan dide ku Tirkiye ji aştiyê re amade ye. Ev yek tiştekî gelekî hêja û girîng e. Divê em aştiyê bînin. Ji bo me hemûyan êdî berpirsyariyeke hîn mezintir e. Divê her kes ji bo vê hewl bide."

EM Ê HÊZÊ JI TÊKOŞÎNA WÎ WERBIGIRIN

Parlamenterê Mûşê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku di dema rêwîtiya dawî ya Onder de li ser zimanê her kesî aştî hebû û got, "Dema ku xatir ji qasidê aştiyê xwest, hate gotin 'Em soza aştiyê didin'. Xwedî li bîranîn û têkoşîna Sirri Sureyya Onder derketin. Mîrateya ku ji gelên Tirkiyeyê re ma ev e; têkoşîna aştiyê ye. Weke ku tê zanîn Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de daxuyaniyeke dîrokî da. Dibe ku gava herî girîng a vê veguherînê bû. Kesayetê herî girîng ê ku ev bang dianî ziman û digihand gel Sirri Sureyya Onder bû. Niha wezîfeya me hemûyan e ku em vê bangê pêk bînin. Çawa ku me heta niha kir, ji niha û pê ve jî ji bo avakirina aştiyê, ji bo birêxistinkirina civaka demokratîk û veguherîna mezin em ê hewl bidin, bixebitin."

YA KU DIBE PARA ME, DEWAMKIRINA VÊ MÎSYONÊ YE

Parlamenterê Amedê yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû anî ziman ku Sirri ji bo wî dostek, hevalek bû, lê aktorekî siyasî yê gelekî girîng bû ji bo çareseriya meseleya Kurd û pêkanîna aştiyê. Sezgîn Tanrikûlû got, "Sirri hem bawerî dabû hemû kadroyên tevgera siyasî, hem jî baweriyek dabû muxatabên siyasî. Welê kiribû ku muxatabên siyasî yên ku we doh weke dijmin didîtin êdî ji we bawer dikirin. Ev yek ji bo çareseriya şer roleke gelekî girîng e û ev rol jî bi serketî bi cih anî." Tanrikûlû diyar kir ku wan dostekî xwe winda kir û got, "Ya dibe apra me dewamkirina vê mîsyonê ye. Li Tirkiyeyê pêkanîna aştiyê ye. Ji bo vê jî em ê bi berpirsyariya xwe rabin."

EM Ê AŞTIYÊ CIVAKÎ BIKIN

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got, "Bersiva herî bi wate ya ku em bidin Sirri Sureyya Onder, weke hevrêyên wî, weke hevalên wî civakîkirina aştiyê ye. Mezinkirina fikrê aştiyê û pêkanîna atmosfera aştiyê bi têkoşîna civakî ye. Diyariya herî baş a ku em bidin hevrêyê xwe Sirri, mayindekirina têkoşîna aştiyê bi rasteqîniyê ye."

XWEDÎDERKETINA BI MILYONAN MIROVÎ BÛ HÊVÎ

Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca anî ziman ku wan qasidekî aştiyê, kedkarekî aştiyê winda kir û got, "Em civakeke welê ne ku ji bo aştiyê berdêlên gelekî giran daye. Kêliyên civakîbûna aştiyê ya di dema nû de piştî Sirri Sureyya kete nexweşxaneyê hate dîtin. Di heman demê de bi çûyîna xwe re jî hêviyek afirand. Weke ku tovên aştiyê bireşîne. Lewma barekî gelekî giran ji me re hişt. Kombûna bi milyonan mirovî ya li hev, hêzekê diafirîne. Hêviya aştiyê hatiye afirandin."

EM GELEKÎ NÊZÎ CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ NE

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan got, "Bi hezaran, bi deh hezaran kesên ku hatin wî oxir bikin, dirûşmeke hevpar qîriyan. Gotin 'Em soza aştiyê didin Sirri'. Li wê derê ne tenê Kurd hebûn. Li wê derê ne tenê endamên DEM Partiyê hebûn. Mirovên ji fikrên cuda hebûn. Kekê Sirri dema sax bû, kir ku mirovên li vî welatî li gelek tiştan bifikire, gelek tabû hilweşand. Dema ku mirov li bûyerên di dema nexweşxaneyê de binihêrin, dibînin ku li vî welatî em gelekî nêzî civakîbûna aştiyê ne."

MÎRATEYEKE BÊHEMPA LI PEY XWE HIŞT

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku wefata Sirri Sureyya Onder ji bo wan windahiyeke mezin bû û got, "Sirri Serok mîrateyeke bêhempa ji me re hişt. Divê ev yek bê destnîşankirin. Ev yekitî, ev hevrebûn mîrateyeke e û berpirsyariya me ya li pêşberî wî ye: Divê em vê mîrateyê mezin bikin û bi ser bixînin. Yanî hêviya aştiyê. Bi rastî jî divê em vê mîrateya Sirri Serok dewam bikin."