Hevalê Mandela yê têkoşînê, Mlagenî jiyana xwe ji dest da

Hevalê Nelson Mandela yê girtîgehê û têkoşînê Andrew Mlagenî yê bi salan li Efrîqaya Başûr li dijî rejîma apartheîdê têkoşîn kir, jiyana xwe ji dest da.

Serokê Dewleta Efrîqaya Başûr Cyrîl Ramaphosa mirina Andrew Mlaganî yê ku bi têkoşîna xwe ya antî-apartheîd dihate nasîn ragihand.

Ramaphosa di hesaba xwe ya Twetterê de ev agahî parve kir: “Di seetên şevê de me agahiya xemgîn a mirina wî bihîst.”

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokê Dewleta Efrîqaya Başûr ve li ser mirina Mlagenî hate dayîn, hate gotin ku roja 14’ê Tîrmehê ji ber êşa zikê wî rakirine nexweşxwaneyê û wiha pêde çû: “Mirina wî tê wateya dawiya nivşekê û pêşeroja me dixe destê me.”

Kongreya Netewî ya Efrîqayê (ANC) jî daxuyaniyek daû got: “Yek ji berxwedêrên herî mezin bû û azadiya gel destpêka jiyana wî dihat.”

Andrew Mlagenî yekane kesê herî dawî ji rûniştina Rîvonîa ku di navbera salên 1963-1964’an hate pêk anîn û Nelson Mandêla jî di nav de gelek kes li dijî apartheîdê dihatin darezandin, sax mabû. Hemû girtiyên ji lêpirsînê dihatin darezandin cezayê heta heta girtinê lê hatin birîn. Mlagenî 26 salan li girtîgehê ma.