Helwesta Trûmp a li ser Îranê aliyên peymanê xistin tevgerê

Piştî daxuyaniyên tund ên Serokê DYA’yê yên li dijî Îranê balkêş e ku welatên dî yên aliyên peymana nukleerê bi lez û bez li dijî Trûmp derketin. Tê texmînkirin ku di vê de bandora peymanên aborî yên bi Îranê re giringin.

Trûmp got Îran destekê dide terorîzmê û ew ê li ser Mihafizên Şoreşê biçine pêkirinan. Trûmp got Îran li gorî peymana nukleerê ya 2015’an naçe.

Lê Trûmp, berevajî ya ku dihate payin peymana 2015’an ku DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Rûsya û Elmanya aliyên wê bûn betal nekir û got, piştî ku ev li Kongreyê û bi hevalbendên dî re gotûbêj kir wê bikaribe bike.

Trûmp li Qesra Spî stratejiya nû ya rêveberiya DYA’yê ya li ser Îranê diyar kir, got ew ê pêkanîna peymanê tim bişopînin. Trûmp her wiha got ji bo pêkirinên li ser Mihafizên Şoreşê yên Îranê raye daye Xezîneyê.

Trûmp diyar kir Îran di bin ‘rêveberiyeke rejîma fanatîk de ye’, mirinê, hilweşandinê û kaosê tîne dinyayê û Îran yek ji wan welatan e ku ‘herî pir destekê dide terorê’.  Trûmp her wiha got, heta ku helwesta ‘destekdayina terorê’ ya Îranê ji nû ve binirxînin wê tevdîran bistînin.

GELEK WELATAN BANG KIR KU PEYMAN WERE PARASTIN

Piştî daxuyaniya Trûmp welatên endamên Yekîtiya Ewropa (YE) ku aliyên peymana nukleer a bi Îranê re bûn helwest nîşan dan.

Nûnera Payebilind a Karê Derve û Polîtîkaya Ewlejkariyê ya YE’yê Federîca Mogherînî piştî daxuyaniya Trûmp ku diyar kir ew dikarin peymana nukleerê betal bikin bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiv da.

Mogherînî diyar kir ku ew li dij in ku peyman ji hêla Trûmp ve bi yek alî were betalkirin û got, ‘’ev ne peymaneke du alî ye, ne xwemalî welatekî ye û ne tenê di destê welatekî de ye ku peymanê betal bike.’’

Mogherînî diyar kir Peyman ji hêla Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bi yek dengî hatiye standin û got peyman hem garantiyeke xurt û hem jî ‘mekanîzmaya şopandinê ya xurt’ vedihewîne. Mogherînî diyar kir bernameya nukleerê ya Îranê bi armanceke sivîl e.

Mogherînî diyar kir peyman, beriya ku were binpêkirin nikare were betalkirin û got parastina peymanê ji bo ewlehiya hevpar e û di vê babetê de berpirsyariyên wan hene.

FRANSAYÊ DIYAR KIR KU EW PÊGIRÊ PEYMANÊ NE, WÊ BIÇE ÎRANÊ

Piştî daxuyaniya Trûmp diyar bû ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macor li hevtayê xwe Hasan Rohanî yê Îranê geriyaye.

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Qesra Elysêe hate dayin, hate gotin ku Macron ji Rohanî re gotiye ew pêgirê peymanê ne. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Macron bi vexwendina Rohanî wê seriyekî bide Îranê.

Di malpera Serokkomariyê ya Îranê de hate gotin ku ev serdan wê sala bê were kirin, bi asta Serokkomarî û serokwezîrtiyê herî dawî serdana ji bo Îranê sala 1971’an çêbûbû.

HELWESTA TRÛMP WÊ ÇAWA BE?

Tê texmînkirin ku Trûmp yek alî peymanê betal bike û welatên dî jî vekişin krîz wê kûr bibe.

Di vê rewşê de ku Îran dîsa vegere ser bernameya atomê, ji rageşiyên ku salên 2000’î hatine jiyîn zêdetir krîz dikarin werin jiyîn. Di vê rewşê de, ku Serokê DYA’yê peymana bi Îranê zêdetir bijdîn çi qasî wê bikaribe were pêkanîn nayê zanîn.

60 ROJÊN KONGREYÊ HENE

Peymana ku ambargoya navnetewî ya li ser Îranê bi dawî dike di nav 60 rojî de li Kongreya DYA’yê wê were gotûbejkirin û şertên nû wê werin rojevê.

Tê gotin dibe ku kongre ceribandinên moşekên navparzemînî jî di nav şertan de bi cih bikew.

Heke Kongre şertên Trûmp ên li ser peymanê qebûl bike Trûmp wê bikaribe betalbûna peymanê bixwaze. Trûmp ji destpêkê ve dibêje wê vê vebijêrkê pêk bîne.

WELATÊN DÎ DIXWAZIN PEYMAN WERE PARASTIN

Li gel Fransayê aliyên dî jî yên peymanê Rûsya û Çîn li dijî Trûmp derdikevin. Hê betalnekirina peymanê ji hêla van welatan ve vê gavê erênî tê dîtin, lê fikar hene ku peyman dawiya dawî wê were betalkirin.

PEYMANA BI DEHAN MILYAR DOLARÎ HATE ÎMZEKIRIN

Peymanên aboriyê yên welatên aliyên Peymana Atomê ya 2015’an ve, yên weke Rûsya, Çîn û welatên Ewropayê bi Îranê re kirin wê bandorê li vê helwestê bikin.

Piştî ragihandina ku ambargoya li ser Îranê gav bi gav wê were rakirin ji Çînê û Rûsyayê bêtir şîrketên Italya, Fransa û Elmanya ketibûn tevgerê. Li gel jêravaniyê tê zanîn ku gelek şîrketên di sektora petrolê de ji bo ku bi Îranê re peymanê deynin ketine dorê.