Hejmara yên li Moskowayê hatin destgîrkirin gihîşt 1400 kesî
Hejmara kesên ku doh piştî xwepêşandana protestoyî ya li paytexta Rûsya Moskowayê hatin destgîrkirin gihîşt 1400 kesî.
Hejmara kesên ku doh piştî xwepêşandana protestoyî ya li paytexta Rûsya Moskowayê hatin destgîrkirin gihîşt 1400 kesî.
Li paytexta Rûsya Moskowayê doh ji bo pêkhatina hilbijartinên azad xwepêşandan pêk hatibû lê belê ji ber êrîşa polîsan derdora hezar kes hatibûn destgîrkirin.
Rêxistina civaka sivîl OVD-Info der barê bîlançoya dawî de agahî parve kir û ragihand ku 1400 kes hatine destgîrkirin.
Rêxistina civaka sivîl diyar kir, kesên doh hatin destgîrkirin bi qasî kesên ku sala 2012'an di çalakiyên şermezarkirina vegera Pûtîn a li Kremlînê hatin destgîrkirin e.