Hejmara qûrbaniyên bagera Lekîmaya gihişte 43’an

Hejmara qûrbaniyên bagera Lekîma ya rojhilatê Çînê gihişte 43’an, nêzî milyonek kes hatin veguhestin.

Şeva 9 bi 10’ê Tebaxê ve dide girêdan li eyaleta Zhejîang a dikeve başûrê Şengayê ji ber bagera bihêz pêlên avê çend metreyan bilind bûn, li peravê dan.

Li gorî televîzyona cemawerî CCTV’yê tenê li vê eyaletê bi kêmanî 38 kes mirine, 10 kes jî winda bûne. 5 kes jî li herêma Shandongê jî 5 kes mirin, 7 kes jî winda bûne.

Lekîm ji serê salê û vir ve bagera 9’an a herî bi hêz e. Li Zhejîangê nêzî 6,68 milyon kes ji bagerê bibandor bûn, 1,26 milyon jî hatin veguhestin.

Nêzî 300 seferên balafiran hatin betalkirin, bi armanca tedbîran jî seferên tran û behrê jî hatin sînorkirin. Li gorî televîzyonên cemawerî ji ber bagerê di asta neteweyî de 3,200 seferên balafiran hatiye betalkirin. Li gelek herêmên din jî ji ber bagera Lekîma zenga lezgîn hatiye dayîn.