Bîlançoya Bagera Lekîmayê giran dibe

Bîlançoya bagera Lekîmayê ku bandor li herêma Zhejîang a Çînê kir, her giran dibe. Hate ragihandin ku 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 20 kes jî winda ne.

Bîlançoya Bagera Lekîma ku doh bandor li herêma Zhejîang a Çînê kir, her giran dibe. Rayedaran diyar kirin, heta niha 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî winda ne.

Li bajarokê Wenzhoû, ji ber barana zêde hezazê rû da û 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Lînhaiyê xisar li 173 hezar hektar zeviyên çandiniyê bû.

Beriya bager bigihêje herêmê milyonek mirov ji herêmê hatin veguhastin. Tê payin ku bager di saetên pêş de bigihêje herêma Shandong a navbera Şangay û Pekînê.