Hejmara mirovên li Xezeyê hatin kuştin 29 hezar kes derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di roja 136'an de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane 29 hezar kes derbas kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de 29 hezar û 92 kes hatine kuştin.

Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 107 kes hatine kuştin. Hate ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve 69 hezar û 28 kes jî birîndar bûne.

FÎLÎSTÎN: REWŞ MÎNA APARTHEÎDÊ YE

Wezîrê Karên Derve yê Fîlîstînê Rîad Al Malîkî ji Dîwana Edaletê ya Navneteweyî re got, gelê wan di bin dagirkeriya Îsraîlê de di rewşeke 'mêtingerî û apartheîdê' de ye.

Al Malîkî li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî axivî û got, "Fîlîstînî di bin mêtingerî û apartheîdê' de ne û got, "Hin mirov ji vê gotinê aciz dibin, lê belê divê ew li hemberî rastiya me aciz bibin."

Ji îro û pê ve Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li ser encamên hiqûqî yên dagirkeriya Îsraîlê yên ji sala 1967'an û vir ve ya li ser xaka Fîlîstînê rûniştinan lidar dixe. Bang li 52 welatan hate kirin ku îfadeyê bidin. Ev rûniştin weke 'yên mîna wê beriya niha nehatine kirin' tê nirxandin.

DYE, Rûsya û Çîn wê li Qesra Aştiyê ya li Laheyê hefteyekê ji dadgeran re biaxivin