Hejmara mirovên ji ber ecacoka li Hîndîstanê mirin bû 98 kes
Bîlançoya ecacoka li bakurê Hîndîstanê rû da giran dibe. Rayedaran gotin, herî kêm 98 kes mirine.
Bîlançoya ecacoka li bakurê Hîndîstanê rû da giran dibe. Rayedaran gotin, herî kêm 98 kes mirine.
Ji ber ecacokê li eyaleta Ûttarê 65 kes mirin. Li eyaleta Rajasthanê jî 33 kes mirin.
Tê gotin, ji ber ecacokê gelek dar û dîwar qelibîne û piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane di binê dar û dîwêr de mane.
Li Hîndîstanê her sal ecacok rû dide, lê ya îsal gelekî giran bû. Fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. Tê gotin, gelek kes di binê xirbeyan de mane.
Meha bihurî jî li Hîndîstanê ji ber bagerê 15 kes miribûn.