Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Hejmara koçberên ji Merîçê derbas dibin zêde bûye

Tevî peymana penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Enqereyê jî, pêla koçberiyê ya ji Tirkiyeyê ber bi Yewnanîstanê ve dewam dike. Bi taybetî, hejmara koçberên ji çemê Merîçê derbas dibin, bi du qatan zêde bû.

Li gorî hejmarên ji aliyê rayedarên polîsên Yewnan ve hatin eşkerekirin, meha Nîsanê 3 hezar û 968 koçberên qaçax ji çemê Merîçê ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûn. Meha Adarê ev hejmar Hezar û 262 kes bûn. Par meha Adarê hejmara penaberên ji heman cihî derbas bûn tenê 262 kes bû.

Koçberên ku bi botan ji çemê Merîçê derbasî Yewnanîstanê dibin, ji wir berê xwe didin Îtalyayê û piştre jî diçin welatên rojava yên Ewropayê. Wezareta Koç û Penaberiyê ya Yewnan li ser pêla zêde ya koçberên di çemê Merîçê re derbas dibin ragihand ku li herêmê drameke cidî ya penaberan heye.

Wezaretê diyar kir ku ew ne li benda pêleke ewçend mezin a penaberan bû, lewma li kampên li bakurê welêt cih nemaye. Ji ber vê yekê jî protestoyên penaberan dewam dikin. Penaberan duh kampên li Selanîkê protesto kirin û di navbera wan û hêzên ewlekariyê de şer derket. Li gorî çapemeniya Yewnan 6 penaber birîndar bûn.

Li gorî daneyên dawî yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) hejmara penaberên sala 2017'an ji derya Egeyê derbasî Ewropayê bûn 148 hezar e. Saziyên navneteweyî tespît kirin ku îsal 2800 penaber li deryayê xeniqîn.