Hejmara kesên li Londonê di êrîşê de hatin kuştin zêde dibe

Şevê din, li paytexta Îngilîstan Londonê êrîşek pêk hat. Hejmara kesên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan bû 7. Her sê êrîşkar jî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Polîsê Londonê ragihand, di êrîşa şevê din de ya London Brîdge û li Borough Marketê hejmara kesên ku hatine kuştin bûn 7 û 48 kes jî birîndar bûn.

Beriya niha jî hatibû gotin ku 6 kes hatine kuştin.

Midûra Polîsan a Londonê Cressîda Dîck diyar kir, nasnameya êrîşkaran hê diyar nebûye. 3 êrîşkar di pey êrîşê re hatibûn kuştin.

Dîck diyar kir, piştî êrîşê rewş hatiye kontrolkirin, lêpirsîn zû bi encamê dibe û wan xwe gihandine jêderkên girîng.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî piştrast kir ku 4 welatiyên Fransî di êrîşê de birîndar bûne. Rayedarên Avûstûryayê diyar kirin di dema êrîşê de du welatiyê wan li wir bûne û yek ji wan li nexweşxane tê dermankirin.

HELWESTA CÎHANÊ

Li dijî êrîşê ji cîhanê helwest diyar dibin. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron got ew ji her demê bêhtir li gel Îngilîstanê ne.

Serokwezîrê Avûstralyayê Malcolm Turnbull jî got ew ji gelê Îngilîstanê re dia dikin û li cem wan in.

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel jî got, ew li sînoran nasekinin û erjengî û şînê dijîn.

Berdevkê Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Putîn Dîmîtrî Peskov jî sersaxî da û diyar kir ku ew êrîşê şermezar dikin.

Serokwezîrê Kanada Justîn Trudeaû jî diyar kir ku ew rewşê dişopînin.

Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîak Trûmp jî got ew hazir in ji Îngliîstanê û Londonê çi tişta hewce ye, bikin û got, "Em bi we re ne. Xwedê we biparêze."