Hejmara kesên ku li peravên Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dan bû 32
Li peravên Peloponez a Yewnanistanê hejmara kesên ku ji ber keştiya wan noqî avê bû jiyana xwe ji dest dan, bû 32.
Li peravên Peloponez a Yewnanistanê hejmara kesên ku ji ber keştiya wan noqî avê bû jiyana xwe ji dest dan, bû 32.
Li gorî daxuyaniya tîmên ewlehiya peravan a Yewnan, li Peravên Pelopenezê keştiya koçberan noqî avê bû.
Bi giştî 104 kes hatin rizgarkirin. 4 ji van birin nexweşxaneyê
Rayedaran ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 32. Di bîlançoya berê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, 17 hatibû diyarkirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl Yewnanistanê sûcdar dike ku koçberan bi komî paş de divegerîne û mûameleya xirab lê dike.
Koçberan hewl da ku Deryaya Spî ya li girava Gîrît yan jî li başûrê Pelopenezê derbas bikin û bigihijin Îtalyayê.