Hejmara demokratan têra blokekirina namzetê Trûmp ê ji bo Destûra Bingehîn dike
Serokê DYA Donald Trûmp dixwaze Neîl Gorsûch bîne ser Dadgeha Destûra Bingehîn a Amerîkayê. Demokrat bûn xwedî hejmareke têrker, ku namzetiya Gorsûch bloke bikin.
Serokê DYA Donald Trûmp dixwaze Neîl Gorsûch bîne ser Dadgeha Destûra Bingehîn a Amerîkayê. Demokrat bûn xwedî hejmareke têrker, ku namzetiya Gorsûch bloke bikin.
Piştî ku Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn a Amerîkayê Antonîn Scalîa par mir, Donald Trûmp dixwest, Neîl Gorsûch bike serokê heyeta dadgehê ya ji 9 kesan.
Lê belê, ji bo ku serokatiya Gorsûch bê erêkirin, pêwîstî bi wê heye ku herî kêm 60 ji 100 endamên Senatoya Amerîkayê vê yekê erê bikin. 40 senatorên demokrat dabûn xuyakirin, ku ew ê li dijî vê yekê dengê 'na' bidin.
Herî dawî, senatorê Delaware Chrîs Coons ragihand, ku ew ê namzetiya Gorsûch bloke bike. Bi vê yekê re hejmar giştî 41 kesî.
Ji ber ku di gelek mijarên siyasî de biryaran digire, rola Dadgeha Bilind girîng tê dîtin.
Dengdan wê roja Înê bê kirin û demokrat wê namzetê komargeran bloke bikin. Di rewşeke bi vî rengî de, tê payîn ku komarger prosedura bi navê 'nuclear option'ê bixe dewrê. Li gorî vê yekê, li şûna sê ji pênc parên Senatoyê, eger 51 ji 100 vê biryarê erê bike, hingî wê bê qebûlkirin. 52 endamên Partiya Komarger li Senatoyê hene.