Hejmara çeteyên li Tişrînê hatin kuştin gihişt 52’an
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bi tank, wesayîtên zirxî û SÎHA’yan ji du milan ve hewla êrîşê kirin, gihişt 52’an.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bi tank, wesayîtên zirxî û SÎHA’yan ji du milan ve hewla êrîşê kirin, gihişt 52’an.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku piştî nuqteyên kombûna çeteyan hatin hedefgirtin hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêde bû.
Meclîsê di daxuyaniyê de wiha got: “Piştî pevçûnên dijwar ên zêdetirî 12 saetan, çete revîn û dûre careke din li nuqteyeke leşkerî ya li nêzî Bendava Tişrînê bi cih bûn. Bi wê re ew bûn hedefa hêzên me, gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn. Bi giştî bi pevçûnên îro re 52 çete hatin kuştin.”