Hê jî 545 zarokên koçber ên ji malbatan qût kirin winda ne

Hê jî ti agahiyek ji 545 zarokên ku dema ketin DYE’yê ji malbatên wan hatin qûtkirin, nayên girtin.

Rêxistineke civaka sivîl a li DYE’yê kar dike, ragihand ku hê jî 545 zarokên ku dema ketin DYE’yê ji malbatên wan hatin qûtkirin winda ne.

Bi polîtîkaya ‘torelansa sifir’ a Serokê DYE’yê Donald Trûmp a di çarçoveya têkoşîna bi koçberên qeçax re tê pêkanîn, 550 zarokên ku dema sînor derbas kirin û ji malbatan hatin qûtkirin, hê negihiştine malbatan.

Li gorî daxuyaniyeke ji aliyê rêxistineke parêzvanên rêxistina mafê mirovan ve hate dayîn got: “Rêveberiya Donald Trmûp bi pêkanîna polîtîkayek pir metirsîdar, 545 zarokên ku ji malbatan hatin qûtkirin, hê jî winda ne.”

Ev polîtîkaya sala 2018’an ji aliyê rêveberiya Trûmp ve bi qasî 6 hefteyan hate pêkanîn û li ser nerazîbûnan dawî hatibû.