Hate xwestin derbarê serokkomarê nû yê Îranê lêpirsîn were destpêkirin

Lêpirsînerê Neteweyên Yekbûyî yê ku li Îranê li ser mafên mirovan disekine, diyar kir serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî di sala 1988’an de di kuştina girtiyên siyasî de rola wî heye û xwest derbarê Reîsî lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.

Lêpirsînerê Neteweyên Yekbûyî Javaîd Rehman ji Reûtersê re axivî û diyar kir di salên borî de wan şahid û belge kom kirine. Lêpirsîner diyar kir heke Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yan jî saziyeke din lêpirsîneke bêalî bide destpêkirin ew amade ne, van agahiyan belav bikin.

Rehman diyar kir wan hin agahî bi dest xistine ku ji bo veşartina qetlîamê hin ‘gorên komî’ tên tunekirin.

Rehman ê ku li Londrayê derbarê hiqûqa Îslamê û hiqûqa navneteweyî dersan dide got “Niha dema wê hatiye. Wê gelekî girîng be ku em derbarê tiştên di sala 1988’an de pêk hatine û rola mirovan lêkolînan bidin destpêkirin. Heke wisa nebe, derbarê rola vî kesê di kuştinan de wê fikarên me hebin.”

DYE ji ber tiştên ku Reîsî berê kiribûn pêkanîn li ser wî dabû destpêkirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nêzî 5 hezar kes hatine kuştin lê tê diyarkirin hejmara rastîn zêdetir e. Reîsî yê ku di bin parastina Alî Hamaney de bû, di sala 1988’an de tevî sê dadgeran hatibû ser ‘Komîsyona Mirinê’. Li gorî îddîayan ev komîsyon berpirsê kuştina 30 hezar girtiyên siyasî yên Îranê ye. 

Reîsî derbarê van cînayetan pirsên rojnamegeran bersivandibû û gotibû ”Heke dadger û dozgerekî ewlekariya gelekî parastibin divê ev tişt were pîrozkirin. Ez gelekî serbilind im ku di her warî de mafên mirovan diparêzim.”

Dozgerê Neteweyên Yekbûyî Rehman got “Ji ber ku polîtîkayek heye ku goran û delîlên li ser gorên komî tune bikin, em bi fikar in.”

Reîsî di 3’ê Tebaxê de wê were şûna Hasan Rûhanî. Boykotê bandoreke xurt li hilbijartinê kiribû û Reîsî ji ber vê hatibû hilbijartin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî xwest derbarê Îbrahîm Reîsî ‘Ji ber sûcê li dijî mirovayetiyê’ lêpirsîn were destpêkirin.