Joe Bîden: El Zewahîrî hate kuştin

Serokê DYE'yê Joe Bîden ragihand ku şefê El Qaîdeyê Ayman El Zewahîrî li Kabûlê di êrîşa bi droneyê de hatiye kuştin.

Serokê DYE'yê Joe Bîden êvara Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku Ayman El Zewahîrî yê bi eslê xwe Misrî, di şeva Şemî-Yekşemê de li Kabûlê bi êrîşeke bi droneyê hatiye kuştin.

Joe Bîden diyar kir ku êrîşa bi droneyê bi fermana wî hatiye kirin û got, "Edalet bi cih hat û ev rêveberê terorîst êdî tune ye."

Ayman El Zewahîrî yek ji wan kesan bû ku li cîhanê herî zêde ji aliyê DYE'yê ve lê dihate gerîn. 25 milyon dolar li serê wî hatibû danîn.

Zewahîrî piştî ku Ûsama Bîn Ladîn li Pakistanê ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin, di sala 2011'an de bû şefê El Qaîdeyê. Zewahîrî ji aliyê DYE'yê ve weke yek ji berpirsyarê sereke yê êrîşa 11'ê Îlonê dihate nirxandin ku zêdeyî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedarên Emerîkî, Zewahîrî gelek caran û bi demdirêjî derdikete şaneşînê û bi vî rengî hate tespîtkirin, piştre lê hate xistin.

Rayedarên DYE'yî diyar kirin ku hebûna Zewahîrî yal i Kabûlê, 'binpêkirina eşkere' ya peymana 2020'an a bi Talîbanê re ye. Li gorî peymana ku di navbera DYE û Talîbanê de li Dohayê hate mohrkirin, diviyabû El Qaîde li Efganistanê tune be. Piştî vê peymanê Talîban di Tebaxa 2021'ê de bûbû desthilatdar.