Hamasê danûstandinên li ser agirbestê rawestand!
Rayedarekî payebilind ê Hamasê 'bêcidiyet' û 'komkujiyên' Îsraîlê şermezar kir û ragihand ku wan biryar dane, danûstandinên li ser agirbestê rawestînin.
Rayedarekî payebilind ê Hamasê 'bêcidiyet' û 'komkujiyên' Îsraîlê şermezar kir û ragihand ku wan biryar dane, danûstandinên li ser agirbestê rawestînin.
Rayedarekî payebilind ê Hamasê ji AFP'ê re axivî û got, "Serokê buroya siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye di axaftina xwe ya bi telefonê de ya bi navbeynkaran û aktorên herêmî re kir, ji ber bêcidiyet (...) û komkujiyên li dijî sivîlan ên hêza dagirker (Îsraîl) ragihand ku Hamasê biryara rawestandina danûstandinan wergirtiye."
Rayedar bal kişand ser 'komkujiyên hovane' yên li kampa El Mevasî û kampa penaberan a El Şatî ya li bajarê Xezeyê ku roja Înê hate kirin.
Di vê navberê de rayedarekî din ê payebilind ê Hamasê ji AFP'ê re axivî û anî ziman, lîderê wan ê baskê leşkerî Mûhammed Deîf sax e ku Îsraîlê roja Şemiyê ew kir hedef. Rayedar got, "Fermandar Mûhammed Deîf baş e û bi Tûgayên El Qassam re operasyonên berxwedanê yekser kontrol dike."