Gûterres: Mirovahiyê deriyên dojehê vekir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres diyar kir ku mirovahiyê bi sotemeniya fosîlê re 'deriyên dojehê vekiriye'.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres diyar kir ku mirovahiyê bi sotemeniya fosîlê re 'deriyên dojehê vekiriye'.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres di civîna bilind de ya li ser armancên avhewayê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî. Gûterres got, zêdebûna emîsyona gaza serayê ku sedema germahiya global e, îsal bû sedema 'germahiya tirsnak' û 'şewatên mezin'.
Gûterres got, "Mirovahiyê deriyên dojehê vekir. Bandora metirsîdar a germahiya zêde heye; cotkarên ku perîşan bûne, berhemên wan ji ber lehiyê tune bûn. Germahiya zêde dibe sedema nexweşiyan û şewatên mezin rû didin. Bi hezaran mirov jî bi tirs direvin."
DYE û Çîn ku du hêzên herî zêde cîhanê gemarî dikin, beşdarî civîna bilind nebûn. Her wiha Qraliyeta Yekbûyî jî pêşî li hin sozên li ser guhertina avhewayê girt.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî anî ziman ku hîn ne dereng e ku germahiya global di pileya 1.5'an de bê hiştin û destnîşan kir ku paşeroja di destê lîderan de ye.
Gûterres got, "Em hîn jî dikarin cîhaneke ji hewa paqij, karê paqij, enerjiya guncav ava bikin."