Gueterres: Nabe ku bi komî cezakirina Fîlîstîniyan rewa bê nîşandan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres daxuyaniyek da AFP’ê, nerazîbûn nîşanî Îsraîlê da û got: “Nabe ku bi komî cezakirina Fîlîstîniyan rewa bê nîşandan.”

Antonio Guterres di destpêka sala 2017’an de hat ser wezîfeyê û got: “Asta êşên li Xezeyê diqewimin, nayê xeyalkirin jî. Ji dema ku ez bûme sekreterê giştî û vir ve, heta niha asteke mirin û hilweşîna wiha çênebûye.”

Sekreterê Giştî yê ji AFP’ê re axivî, wiha got: “Helbet em hemû êrîşên terorê yên Hamasê û çalakiyên wê yên dîlgirtinê, şermezar dikin. Lê belê rastî ev e ku tu tişt nikare bi komî cezakirina gelê Fîlîstînê rewa nîşan bide û tişta ku em li Xezeyê bi rengekî dramatîk jî dibînin, ev e.”

Guterres bal kişand ser mirin, hilweşîn, birçîtî û nexweşiyên li herêma di bin dorpêçê de.

Li gorî daneyên fermî komandoyên Hamasê yên ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de ketin nav başûrê Îsraîlê, 1.205 kes kuştin ku piranî ji wan sivîl bûn. Piştî vê êrîşê, Îsraîlê şer da destpêkirin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê herî kêm 41 hezar 226 kes hatine kuştin.

Di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 200 wezîfedarên alîkariyê ku piranî ji wan personelên NY’ê bûn, hatin qetilkirin.