Guatemalayê jî Sefaretxaneya xwe bir Qudsê

Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Guatemalayê jî Sefaretxaneya xwe bir Qudsê û bi merasîmekê vekir.

Guatemala bû welatê duyemîn ku piştî DYA'yê sefaretxaneya xwe ya bilind bir Qudsê.

Rêveberiya Guatemalayê bi barkirina sefaretxaneya xwe re destek da projeya ku hewl dide Qudsê bike paytexta dewleta Îsraîlê. Serokkomarê vî welatî evanjelîst e, lewma tê îdîakirin ku vê yekê jî bandor li biryara barkirina sefaretxaneyê kiriye. Yek ji baweriya evanjelîstan ew e ku divê Yahûdî li Qudsê perestgehan ava bike. Li gorî vê baweriyê, ev yek wê vegera Îsa hêsantir bike.

Paraguayê jî roja 9'ê Gulanê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wê Sefaretxaneya xwe roja 21 ya jî 22'ê Gulanê bibe Qudsê.