Gelo Rûsya wê herêma Moldovayê desteser bike?

Fikarên derbarê dibe ku Moskova di demên pêş de herêma Transdînyester a Moldovayê desteser bike, zêde dibin. Li gorî raporeke saziyeke Emerîkî, dibe ev herêma Moldovayê ji bo bikeve bin serweriya Rûsyayê, referandûmek were îlankirin.

Hefteya borî, hikûmeta Transndînyesterê ragihand ku rewşa herêmê gelekî xirab e.

Hikûmeta herêmî, hikûmeta Moldovayê bi tunekirina aboriya herêma Transdînyesterê û binpêkirina maf û azadiyên mirovan tawanbar kir.

Eyaleta Transdînyesterê li ser sînorê Ûkraynayê ye û di qada navneteweyî de weke parçeyeke ji axa Moldovayê tê zanîn.

Herêma navborî di sala 1991’an de bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir û herêm heya niha ji hêla  alîgirên Rûsyayê ve tê kontrolkirin.

Pispor ji dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve heya niha, bi awayekî cidî îhtîmala ku Rûsya wê herêmê bixe bin kontrola xwe, tînin ziman.

Enstîtuya Lêkolînên Şer a Emerîkayê (ISW) derbarê mijara siberoja herêma Transdînyesterê de hişyariyên xwe dan.

Pisporan gotin: ‘’Dîroka operasyoneke muhtemel a Rûsyayê ya ji bo Moldovayê ne diyar e, lê belê Kremlîn di zûtirîn dem de şert û mercên ragihandinê yên hewce pêk tîne.’’

Di destpêka vê hefteyê de ISW’ê hişyariyeke nû weşand. Li gorî rapora ISW’ê di civîna parlamentoyê de ya vê Çarşemê dibe ku ev herêma Moldovayê ji bo ku bikeve bin serweriya Rûsyayê, referandûmek were îlankirin.

Parlamentoya Transdînyesterê gelekî kêm dicive. Herî dawiyê civîna xwe ya fermî di sala 2006’an de ji bo referandûma serxwebûna herêmê û eşkerekirina plana tevlîbûna Rûsyayê, pêk anîbûn.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê roja Pêncşemê axaftina xwe ya salane bike. Li gorî îdîayan dibe ku Pûtîn vê axaftina xwe ji bo eşkerekirina desteserkirina vê herêmê bi kar bîne. Lê belê li gorî ISW’ê Rûsya vê hefteyê desteserkirina herêma Transdînyesterê bi awayekî fermî ji raya giştî re eşkere nake, lê belê Pûtîn wê biryarên parlamentoya Transdînyesterê bi kêfxweşî qebûl bike.

Rayedarên Ûkraynayê ji vê ihtîmala desteserkirinê bi guman in. Li gorî wan ev yek derew e ku li Ûkrayna û welatên Rojava alozî pêk werin, tê kirin.

Tê îdîakirin ku Rûsya vê gefê bi mebesta bidawîkirina  muzakereyên endamtiya Moldovayê yên ji bo Yekîtiya Ewropayê û dubare herêmê bikişîne li ser xeta Rûsyayê û nearamîkirina sînorê NATO’yê yê rojhilatê, dixwe.