Gelo Fransayê di berdêla çi de ceza li siyasetmedarên Kurd birî?

Li Fransayê, di encama dozên ku sala 2009'an hatin vekirin de ceza li siyasetmedarên Kurd hate birîn. Siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî ve dan û gotin, "Birîna cezayên li me, nîşan dide ku dadgeriya Fransayê ne serbixwe ye."

1'ê Hezîrana 2009'an serdegirtin li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransay Parîsê hate kirin û bi vê serdegirtinê de pêvajoya lêpirsînê û dozê dest pê kir. Piştî 9 salan ev pêvajo bi dawî bû. Li gorî vê yekê; li siyasetmedarên Kurd Abdullah Ocalan 2 sal girtî û salek taloqkirî, li Îdrîs Guzel salek girtî û salek taloqkirî, li Bulent Atmaca 2 sal taloqkirî, li Îsmaîl Akgul 18 meh taloqkirî cezayê girtîgehê hate birîn. Siyasetmedarên kurd ji ber ku berê hatibûn girtin, wê nekevin girtîgehê, lê belê bi sîsema FIJAIT'ê timî di bin çavdêriyê de bin. Li gorî vê sîstema ku sala 2015'an kete meriyetê, kesên ku ji sûcên 'terorê' tên darizandin li nava sînorên neteweyê di bin çavdêriyê tên hiştin.

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan, rojnamevan Selma Akkaya û Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol nerazîbûn nîşanî biryara dadgeha Fransayê dan û gotin, ev biryar li gorî daxwaza Tirkiyeyê hatiye dayin.

'EV DADGEH DI ÇARÇOVEYA KONSEPTEKÊ DE BI RÊ VE DIÇE'

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku di encama dozê de ceza lê hate birîn, bi bîr xist ku dozê nêzî 10 salan dewam kir, di nava vê demê de mexdûriyeteke cidî rû da û got, "Ev doz bi xwe dozeke polîtîk e. Ji xwe di dema serokkomariya Nîcolas Sarkozy de hat vekirin. Di çarçoveya konseptekê de bû. Wextekê pêkanînên gelekî giran ên girtîgeh, girtina li malê, kontrola polîsan li ser me hatin ferzkirin. Û ev pêvajo hê jî dewam dike. Dema mirov li naveroka dozê dinerin, tiştekî nabînin. Bi hincetên belasebep ceza li me birîn. Di nava pêvajoya 9 slaan de dadgeh bû du dosya. Ya yekemîn berpirsyariya Marsîlya, ya duyemîn jî berpirsyariya Fransa. Doza Marsîlyayê tevî ku hê derengtir dest pê kir jî zûtir qediya. 3 sal ceza li min birîn, 2 sal girtî, salek jî taloqkirî. Min ew ceza kişand, qediya. Niha jî weke komê doza berpirsyariya Fransayê pêk hat."

'DOZGER CEZA KÊM DIBÎNE'

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan di dewama axaftina xwe de got, "Di demekê de ku têkoşîna PKK'ê ya li dijî rêxistina terorê ya mîna DAIŞ'ê li holê ye, em li bendê bûn ku doza bi hevkariya Tirkiyeyê li dijî me hate vekirin bê betalkirin. Bendewariyeke me ya bi vî rengî hebû. Li aliyê din komkujiya Parîsê, her wiha desteka AKP û Erdogan a ji bo DAIŞ'ê dema li ber çavna were girtin, wê bê dîtin ku cezayê li me hatiye birîn di çarçoveya konseptekê de ye. Bi dîtina me, ev dadgeh bi Tirkiyeyê re dixebite. Ji xwe biryara hatiye dayin jî vê yekê nîşan dide. Ji ber ku 10 salan êşkence bi me dan kirin. Me parastina xwe jî bi vî rengî kirin. Lê belê tevî vê yekê jî dadgehê ceza li me birî. Di dosyayê de ceza li mirovên ku tenê ji vê tevgerê hez dike jî hate birîn. Tenê ji ber ku Kurd e. Di hefteya dozê de heyetek Tirk li Parîsê li pişt deriyên girtî hevdîtin kir. Ji bo me cihê gumanbariye ye ku ev ceza di çarçoveya kîjan peymanan de hate dayin. Tevî vî cezayê jî dozger ceza kêm dît û careke din îtiraz kir. Ev yek kêfî ye û nêzîkatiyeke polîtîk e. Ti sparteyeke hiquqî ya vê yekê nîne."

'KURDAN DIKIN QURBANÊ TÊKILIYÊN BAZIRGANIYÊ'

Rojnamevan Selma Akkaya ku doz şopand, anî ziman ku biryara dadgeriya Fransayê ya li dijî Kurdan ne biryareke nedihat payin e û got, "Em ji encama dadgehê matmayî neman. Ev yek encama siyaseta 11 salên dawî ya Fransayê ye. Heta niha 10 dosya li dadgehên Fransayê bi encam bû. Bersûc bi sîstema kontrolkirinê ya FIJAIT'ê 10 salan di nava kontrolê de hatin hiştin. Hê jî gelek dosya, ku bi lêpirsîna ji 4 heta 10 salan hate amadekirin li benda derketina pêşberî dadgeriyê ye. Doza qediya jî parçeyek ji vê pêvajoyê bû."

Akkaya encama dozê bi têkiliyên bazirganiyê yên navbera Fransa û Tirkiyeyê ve girê da û got, "Di nava vê pêvajoyê de asta bazirganiyê ya navbera Tirkiye û Fransayê gihîşt 20 milyar dolarî. Gelek peymanên enerjî û leşkerî hatin îmzekirin. Dema ku mirov li dîroka mohrkirina her peymanê dinerin, tê dîtin ku bi dema operasyonên li dijî Kurdan re yek e. Kurdan li Fransayê dikin qurbanê têkiliyên bazirganiyê. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hatin kuştin, 3 komal hatin girtin. Bi dehan siyasetmedarên Kurd bi salan di girtîgehê de hatin hiştin. Gelek esnafên Kurd hatin deqkirin, têkiliyên bazirganiyê hatin serûbinkirin. Zêdeyî 10 hezar Kurd hatin deqkirin. Ji ber vê yekê doza ku çend roj berê qediya bi temamî siyasî ye, nîşaneya polîtîkaya Fransayê ya li dijî Kurdan e, mînakek ji siyaseta durû ye."

'FRANSA BERIYA HER PEYMANÊ ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE'

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransyaê (CDK-F) Vedat Bîngol jî nerazîbûn nîşanî biryara dadgeha Fransayê da û destnîşan kir ku biryar siyasî ye. Bîngol anî ziman ku Fransa ji bo berjewendiyên xwe Kurd kiriye qurban û got, "Em dibînin ku Fransa mafên çandî û siyasî yên Kurdên li vir dijîn ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bi kar tîne. Me ev yek di dozên 2006, 2009 û doza kuştina sê jinên Kurd sala 2013'an û herî dawî di doza girtina qenalên televîzyonê yên Kurdan de dît. Fransa beriya her peymana bi Tirkiyeyê re bike mafên Kurdan ji nedîtî ve tê û hewl dide derbê lê bide."

Bîngol bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest xist û got, "Welatên Ewropayê ku destketiyên Kurdan ên li Rojhilata Navîn ji nedîtî ve tên, mîna ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin dest bi pêla êrîşê ya li dijî Kurdan kirine. Piştî Elmanyayê, Fransa jî tevlî vî karwanî bû. Ev biryar ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike hatiye dyain. Ti aliyê hiquqî yê vî cezayê li siyasetmedarên Kurd hatiye birîn nîne. Ev doz di çarçoveya îfadeyên şahidên veşartî û agahiyên îstîxbaratî yên Tirk de hate birêvebirin. Ev rewş bi xwe nîşan dide bê çiqasî bêhiqûqî ye. Eger darizandin li gorî agahiyên îstîxbarata Tirk tê kirin, hingî mirov dikare çi bêje gelo? Em vê yekê ji wijdanê raya giştî re dihêlin. Em vê biryarê antî demokratîk û bê hiqûqî dibînin. Gelê Kurd vê qebûl nake. Ji ber ku mîna dozên beriya xwe, ev jî bi temamî bê hiqûqî ye."