Gelo berpirsyarê şewata li Kalîforniyayê şîrketa elektrîkê ye?

Li DYA'yê nîqaş tê kirin ku şîrketa elektrîkê ji şewata li eyaleta Kalîforniyayê berpirsyar e.

Tê gotin, xeta tansiyona bilind a şîrketa elektrîkê ji şewata li eyaleta Kalîforniyayê ya DYA'yê berpirsyar e. Eger ev yek rast be, wê şîrketa Elektrîk û Gazê ya Pacîfîcê neçar bimîne bi milyaran dolarî tazmînatê bide.

Ji ber şewata ku li Campe Fîre û Woolsey Fîre'yê derket, 79 kes mirin, nêzî hezar kes jî hîn winda ne. Guman heye ku şewat ji ber xeta tansiyona bilind a şîrketa elektrîkê ya elektrîkê li bajêr belav dike, derketiye.

Tê gotin, 15 deqe beriya destpêkirina şewatê, kesekî gotiye ku li xeta tansiyona bilind a elektrîkê şewat derketiye û li ser vê yekê lêpirsînê dest pê kir.

Her wiha bal tê kişandin ser qezayeke din a ku 8'ê Mijdarê roja destpêkirina şewatê, rû da.

Tê gotin, mehên payîzê 17-21 caran şewat derketiye û 8 ji van jî ji ber xeta elektrîkê ya şîrketê derketiye.

Eger ev sûcdarî rast be, şîrket wê neçar bimîne herî kêm 15 milyar dolarî tazmînatê bde.